Li Hindistanê di merasîmê de ji ber germa zêde 11 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Hindistanê di merasîma xelatdayînê de ya ku partiya desthilatdar nêzî milyonek kes di germahiya zêde de kom kir, 11 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes nexweş ketin.

Li gorî medyaya Hindistanê, di merasima "xelatên welatiyan" de ku roja Yekşemê li nêzî Mumbai ya li rojavayê welêt di bin germahiya 38 pileyî de hat lidarxistin de 20 kes rakirin nexweşxaneyê û 300 kes jî nexweş ketin. Rayedaran ragihandin ku 11 kesan ji ber germê jiyana xwe ji dest dane.

Partiya Gel a Hindistanê got ku nêzî mîlyonek kes beşdarî merasîma xelatdayînê bûn. Wezîrê Karên Hundir Amît Şah jî di nav de gelek rayedarên hikûmetê beşdarî merasîma xelatdayînê bûn.

Hikumeta eyaleta Maharashta soz da ku tazmînatê bide xizmên qurbaniyan û ev yek wekî "bûyerek xemgîn" bi nav kir.

Hêza sereke ya muxalif, Partiya Kongreyê, hikûmet bi xemsariyê tawanbar kir û xwest lêpirsîneke cezaî were destpêkirin.

Li Hindistanê ji sala 2010'an û vir ve ji ber germa zêde 6 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dane.