Bi deh hezaran Îsraîlî li dijî reforma edlî car din daketin qadan
Li paytexta Îsraîl Tev Avîvê bi deh hezaran kes li dijî reforma edaletê ku hikûmeta Serokwezîr Benyamîn Netanyahû ferz kiriye, daketin qadan.
Li paytexta Îsraîl Tev Avîvê bi deh hezaran kes li dijî reforma edaletê ku hikûmeta Serokwezîr Benyamîn Netanyahû ferz kiriye, daketin qadan.
Di çalakiya ku şeva Şemiyê hat kirin de, bi deh hezaran kes hatin ba hev. Çalakî weke çalakiya herî mezin a welêt hate pênasekirin.
Ji bilî Tel Avîvê li gelek bajarên din jî çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Polîsan têkildarî hejmara giştî ya tevlîbûna çalakiyan, agahî neda.
Vê roja Yekşemê jî çalakiyek protestoyî tê pêşbînîkirin. Hat ragihandin ku wê şeva Sêşemê li Tev Avîvê dîsa kesên dijî reformê wê werin ba hev.
Ji meha Çileyê û vir ve ku projeya reformê hate ragihandin, her hefte bi deh hezaran Îsraîlî ji bo protestokirina metna reformê û hikûmeta ku ji aliyê Netenyahû ve hatî avakirin, tên ba hev.
Piştî çalakiyên protestoyî zêde bûn, 27’ê Adarê projeya reformê bi navê “Şans dayîne diyalogê” hate ragihandin. Lê seferberiya gel a li dijî reformê didome.
Dijberên reformê bawer dikin ku ev reform ne lîberal e.