Li Behra Spî keştî noqî avê bû: 15 koçberên Tûnisî winda bûn

Di encama binavbûna keştiya koçberan a li peravên Tûnisê de, hat ragihandin ku 15 koçberên Tûnisî di nava avê de winda bûne.

Li gorî daxuyaniya hêzên ewlekariya peravê, keştiya ku ji peravên rojhilatê welêt diçû û tê de 19 koçberên Tûnisî tê de bûn, şeva duşemê noqî avê bûye.

4 koçber bi boteke masîgiran hatin rizgarkirin, 15 koçber jî winda bûn. Hate ragihandin xebatên lêgerînê didome.

Hin peravên Tûnisê 150 kîlometre dûrî girava Lampedusa ya Îtalyayê ne.

Hefteya borî 32 koçberên ji Afrîkaya binê sehrayê jî, dema xwestin xwe bigihînin Îtalyayê, jiyana xwe ji dest dan.  

Piştî daxuyaniya nijadperest a Serokkomarê Tûnisê Kaîs Seîd ku di 21'ê Sibatê de koçber kiribû hedef, pêla koçberiyê zêde bû.

Dema ku van gotinên nijadperest tundûtûjiya li dijî koçberên reşik gur kir, xwediyên xaniyan ji tirsa cezakirinê bi sedan kes ji xaniyan derxistin. Ji ber vê yekê gelek kes neçar man li kolanên Tûnisê bijîn.

Tûnis jî di nav krîzeke giran a aborî û siyasî de ye. Ev rewş dibe sedem ku gelê Tûnisî berê xwe bide Ewropayê.