Xebatkarên rêyên hesinî yên Elman cardin dikevin grevê

Sendîkaya xebatkarên rêyên hesinî yên Elman, bang li xebatkaran kir ku ji bo zêdekirina destheq, roja Îniyê cardin dest bi grevê bikin.

Sendîkaya xebatkarên rêyên hesinî EVG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand, got: “Divê em li ser karsazên difikirin ku wê bikarin xwe li nedîtina daxwazên karkeran deynin, zextan zêde bikin.“

Greva roja Îniyê tê payîn ku saet di navbeyna 03:00-11:00’an de li seranserê welêt bê kirin.

EVG’ê, di hevdîtinan de ku bi şirketên rêyên hesinî re kir, qet nebe ji sedî 12 zêdekirina destheq û wek pêkhateya civakî jî 650 Eûro dixwaze.

Sendîka, halê hazir bi nêzîkê 50 şirketên rêyên hesin re cara duduyan gotûbêjan dike.