CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Tehranê 2 teqînên mezin rû dan
Li navend û bakurê paytexta Tehranê 2 teqînên mezin rû dan. -
Artêşa DYE’yê bi şîrketa OpenAl’ê re peymaneke 200 milyon dolarî îmze kir
Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi şîrketa hişê çêkirî ya bi navê OpenAl’ê re peymaneke 200 milyon dolarî îmze kir û jê xwest ku girêdayî pêdiviyên artêşê amûrên pêşketî hilberîne. -
Sefîrê Bilind ê Îsraîlê: Şeva Pêncşem-Înê hûn ê surprîzên gelekî mezin bibînin
Sefîrê Bilind ê Îsraîlê yê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Yechiel Leiter got, "Şeva Pêncşem-Înê hûn ê surprîzên gelekî mezin bibînin." -
Katz: Dawiya Xamaney wê weke Saddam be!
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê, da xuyakirin ku wê dawiyê serokê olî yê Îranê Elî Xamaney weke Saddam Hûseyîn be. -
Li Xezeyê, li nêzî navenda alîkariyê 47 kes hatin kuştin
Rêxistina Parastina Sivîl a Şerîda Xezeyê ragihand ku li nêzî navendeke belavkirina alîkariyê ya li başûrê Fîlîstînê, di êrişa hêzên Îsraîlê de herî kêm 47 kes hatin kuştin. -
Fermandarê giştî yê nû yê Îranê hate kuştin, li Tel Avîvê teqînên mezin
Piştî êrîşên bi fûzeyan a Îranê li dijî Îsraîlê li Tel Avîvê û Qûdsê dengê teqînên mezin hatin bihîstin. Fermandarê giştî yê nû yê Îranê jî hate kuştin. Netanyahu, diyar kir ku ji bo dawî li şer bê anîn, divê Xamaneyî bê kuştin. -
Avahiya Radyo û Televîzyona Îranê hate bombebarankirin
Artêşa Îsraîlê di dema weşana zindî de avahiya radyo û televîzyona Îranê hedef girt. -
Netenyahu: Tehranê tehliye bikin
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu got, "Ez bang li gelê Tehranê dikim: Tehrenê tehliye bikin. Em dikevin nava liv û tevgerê." -
Şerê Îsraîlê yê li ser Îranê di roja 4'emîn de ye: Hejmara qurbaniyan zêde dibe
Bombardûmana ku bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê destpê kir, di roja 4'emîn de bê navber dewam dike. Hejmara qurbaniyan zêde dibe. -
Donald Trump: Êdî dema lihevkirinê hatiye
Serokê DYE'yê Donald Trump şerê navbera Îran û Îsraîlê nirxand û got, "Hêvîdarim wê lihevkirin pêk were. Bi dîtina min êdî dema lihevkirinê hatiye. Carna divê bi nîqaşê çareseriyê peyda bikin." -
Êrîşên li hemberî hev ên Îsraîl û Îranê 4 roj in dewam dikin
Êrîşên Îsraîl û Îranê yên li hemberî hev doh bi şev jî dewam kirin. Di bombardûmanan de gelek kes mirin, gelek jî birîndar bûn. -
Îsraîlê Balafirgeha Meşhedê bombebaran kir
Îsrîlê Balafirgeha Meşhed ku sêyemîn balafirgeha qelebalix a Îranê ye bombebaran kir. -
Di şerê Îsraîl-Îranê de windahiyên sivîl zêde dibin
Di şerê Îsraîl û Îranê de hejmara sivîlên ku jiyana xwe ji dest didin, zêde dibe. -
Li Îsraîlê 13 kes mirin, têkildarî Îranê jî hişyariyên veguhestinê hatin kirin
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ve sibeha Yekşemê hate kirin, ji roja Înê û vir ve di êrîşên Îranê de yên li ser Îsraîlê 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Trump: Eger Îran êrîş bike em ê bi hemû hêza xwe bersivê bidin
Serokê DYE'yê Donald Trump îdîa kir ku ti eleqeya wan bi êrîşên Îsraîlê yên li er Îranê nîne û gef xwar ku eger Îran bi rengekî êrîşî DYE'yê bike, ew ê bi hemû hêza xwe bersivê bidin. -
Ziyaneke mezin gihîştiye tesîsên nukleerî, muzakere hatin rawestandin
Êrîşên hewayî yên Îsraîlê li dijî hedefên li Îranê îro jî berdewam kirin. Tevî ku zirarên cidî gihane tesîsên nukleerî yên Îranê jî, wêneyên satelîtê û daxuyaniyên hevbeş ên ji herêmê nîşan didin ku pevçûn wê hîn kûrtir bibin. -
3 zanyarên din ên Îranî hatin kuştin
Hate ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê li ser Îranê de 3 zanyarên bi navê Alî Bekaî Kerîmî, Mansûr Askerî û Seîd Burcîn hatine kuştin. -
Îranê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de du fermandarên din jî mirin
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Îranê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de du fermandarên din jî yên payebilind mirin. -
Îranê li dijî Îsraîlê dest bi pêla duyemîn a êrîşa bi fuzeyan kir: 2 mirî, 21 birîndar
Îranê pêla duyemîn a êrîşan li dijî Îsraîlê da destpêkirin. Fuzeyên ku saetên destpêkê yên siharê gihiştin Îsraîlê, li Tel Avîvê avahiyek hilweşandin. Servîsa ambulansê ragihand ku 2 kes mirin. -
Îranê bi zêdetirî 100 fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir: 40 kes birîndar bûn
Îranê bi zêdetirî 100 fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir. Hat diyarkirin ku di êrîşê de herî kêm 40 kes birîndar bûn. -
Li Tel Avîvê dengê teqînan
Îranê ragihand ku li dijî Îsraîlê êrîşa fuzeyan daye destpêkirin. -
Netanyahu bi Trump û Putîn re hevdîtin kir
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu bi Serokê DYA’yê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re hevdîtin kir. -
Netanyahu: Êriş dê bidomin, Îran dê bersivê bide
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu diyar kir ku dê Îran bersivê bide êrîşên wan û ew bi xwe jî dê êrîşên xwe bidomînin. -
Îsraîlê tesîseke din a nukleerî ya Îranê hedef girt
Li gorî nûçeya medyaya fermî ya Îranê, artêşa Îsraîlê êvara Înê tesîsa nukleerî ya Fordow a nêzîkî bajarê Qumê yê Îranê hedef girt. -
Îsraîl êrîşê Îranê kir: 78 kes mirin
Li gorî medyaya Îranê di êrîşên Îsraîlê de 78 kes mirin û 329 kes birîndar bûn.