Îranê li dijî Îsraîlê dest bi pêla duyemîn a êrîşa bi fuzeyan kir: 2 mirî, 21 birîndar

Îranê pêla duyemîn a êrîşan li dijî Îsraîlê da destpêkirin. Fuzeyên ku saetên destpêkê yên siharê gihiştin Îsraîlê, li Tel Avîvê avahiyek hilweşandin. Servîsa ambulansê ragihand ku 2 kes mirin.

ÎRAN-ÎSRAÎL

Êrîşên hewayî û bi fuzeyan ên di navbera Îsraîl û Îranê de, di roja duyemîn de dewam dike. Medyaya Îranê ragihand ku fuze li gorî saeta herêmî di 01.20’an de hatine berdan. Fuze di saetên destpêkê yên siharê de gihiştin Îsraîlê.

Têkildarî êrîşên fuzeyan ên li başûrê Tel Avîvê ketine, servîsa ambulansê daxuyanî da û ragihand ku ji ber fuzeyeke ku li nêzî malan ketiye, 2 kes mirin ku yek ji wan jin bû. Her wiha li bajarê Rişon Lezion ê Tel Avîvê fuze li avahiyekê ket û hilweşand. Li avahiyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.

Televizyona dewletê ya Îsraîlê ragihand ku di êrîşên fuzeyan a pêla duyemîn a Îranê de 21 kes birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê êrîş piştrast kir û hate îdîakirin ku beşa mezin a fuzeyan, bi sîstemên parastina hewayî hatine astengkirin.

Hêzên hewayî yên Îsraîlê jî ragihand ku êrîşên hewayî yên li ser Îranê dewam dikin. Di saetên şevê de balafirên şer ên Îsraîlê, êrîş bir ser santralên enerjiya nukleer a li Îranê.

Hangarên hêzên hewayî yên Îranê yên li Balafirgeha Mehrabad a li bajarê Tehranê, bi êrîşên hewayî yên Îsraîlê hate hedefgirtin.

Waliyê Îsfahanê ragihand ku di êrîşê de ti windahiyên can çênebûne yan jî windahiya nukleer çênebûye.