CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Xelata Aştiyê ya Nobelê radestî 2 rojnamevanan hate kirin
Xelata Aştiyê ya Nobelê radestî 2 rojnamevanên Fîlîpînî û Rûs hate kirin. -
Biden: Tirkiye gefê li sivîlan û ewlekariya neteweyî dixwe
Serokê DYE'yê Joe Biden hişyarî da ku 'çalakiyên êrişa leşkerî' yên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser têkoşîna dijî DAÎŞ'ê, li dijî ewlehiya jiyana sivîlan û aramiyê, li hemberî ewlehiya neteweyî ya DYE'yê gefeke. -
Tableteke hîdrojel dikare lîtreyek avê zû paqij bike
Tableteke hîdrojel a ku ji aliyê endezyaran ve hate çêkirin, lîtreyek ava çem di nava saetekê de dezenfekte dike û dike ku karibe bê vexwarin. -
Romannivîsê Tanzanyayî Gurnah hêjayî Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate dîtin
Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya sala 2021'ê, radestî romannivîsê Tanzanyayî Abdulrazak Gurnah hate kirin, ku bi nivîsên xwe yên li ser kolonyalîzm û encamên wê hêjayî xelatê hate dîtin. -
Li Pakistanê erd hejiya: Herî kêm 20 kes mirin
Li Pakistanê bi mezinahiya 5.7 pileyî erd hejiya. Herî kêm 20 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Li ser bi milyonan zarokên Efgan gefa birçîbûnê heye
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (ÛNÎCEF) û Bernameya Xurekan a Dinyayê (WFP) diyar kir ku li ser bi hezaran zarokên Efgan gefa birçîbûnê heye. -
Aloziya navbera Îran û Azerbaycanê mezin dibe
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan diyar kir ku ji ber hebûna Îsraîlê ya li Kafkasyayê ew "gelekî bi fikar in." -
Xwediyên Xelata Kîmya ya Nobelê eşkere bû
Xelata Kîmyayê ya Nobelê ya sala 2021'ê ji Benjamin List ê Elman û David MacMillan ê Emerîkî re hate dayin ku ji bo avakirina molekulê rêbazeke nû afirandine. -
Li tevahiya cîhanê zêdeyî 330 siyasetmedaran razemenî li bihuşta bacê' kirin
Belgeyên Pandorayê nîşan da ku bihuştên bacê parçeyek ji pirsgirêka newekheviya global e. -
Xelata Tipê ya Nobelê dan du Emerîkiyan
Ji ber xebatên wan ên li ser pergala rehekan Xelata Tipê ya Nobelê ya 2021’an dan Ardem Patapûtîan ê Ermenî û Davîd Jûlîûsê Emerîkî. -
Rûsyayê fuzeya hîpersonîk ceriband
Rûsyayê, fuzeya hîpersonîk a ku weke "têknaçe" Zirkon bi keştiyek binê avê ceriband. Hate ragihandin ku ceribandin "serketî" ye. -
Petrola li peravên Kalîforniyayê belav bû dibe ku bibe 'felaketeke ekolojîk'
Rayedarên li eyaleta Kalîforniya Başûr diyar kirin ku petrol li qadeke ji 21 kîlometreyî ya deryayê belav bûye û hindik maye bigihêje peravê. Lewma hişyarî dan şêniyan ku xwe nêzî peravê nekin. -
39 balefirên şer ên Çînê qada çavdêriya hewayî ya Taywanê dagir kirin
Aloziya di navbera Pekîn û Taîpeiyê didome. Taywan ji bo tevdîrê balefirên şer û pergalên parastina fuzeyan amade kir. -
Cezayîrê qada xwe ya hewayî ji balefirên Fransayê re girt
Cezayîrê qada xwe ya hewayî ji balefirên Fransayê re qedexe kir. -
Li Kabîlê li ber mizgeftê teqînek çêbû-HATE NÛKIRIN
Li Kabîlê ya ku paytexta Efganistanê ye li ber mizgeftê teqînek çêbû, gelek kes mirin. -
Meclîsa Şûrayê ya 'bêraye' a Qatarê hilbijartina pêşî kir
Qatar cara pêşî ji bo organa yasadanînê hilbijartineke berteng kir. Nayê payin ku ev hilbijartin tiştekî ji hevsenga siyasî biguherîne, ji ber ku welat hê jî ji hêla malbatekê ve tê rêvebirin û partiyên siyasî qedexe ne. -
Krîza dîplomatîk a navbera Fransa û Cezayîrê
Piştî ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron rexne kir, ku li Cezayîrê desthilatdariyeke 'siyasî-leşkerî' heye, Cezayîrê bang li Sefîrê xwe yê bilind ê li Fransayê kir. -
Ji bo Bolsonaro ji wezîfeyê bê girtin, xelkê Brezîlyayê dakete qadan
Li gelemperiya Brezîlyayê, ji bo Serokkomar Jair Bolsonaro ji wezîfeyê bê girtin, bi deh hezaran kes daketin qadan. -
Serokdewletê Fîlîpînê dest ji siyasetê berdide
Serokdewletê Fîlîpînê Rodrigo Duterte ragihand ku dest ji siyasetê berdide û sala bê wê di hilbijartinê de nebe namzet. -
Ekvador wê bi hezaran mehkûmî efû bike
Piştî şerê li girtîgeha Guayapuilê, Ekvador amadekariyan dike ku ji bo li girtîgehên welêt cih veke, bi hezaran mehkûmî efû bike. -
Çîn û Taywan li hev sor dibin
Li ser Taywanê bêhtengiya leşkerî zêde dibe, li aliyê dî Çîn 25 balafir şandin ser qade ezmanî ya Taywanê. -
Çiyayê agirî yê Spanyayê 'hartir dibe'
Çiyayê agirî yê li rêzeçiyayê Cumbre ya li La Palma ya Girêvên Zelorekan, du qelşên din ên ku alavê dipijiqînin çêkir û rayedaran ji herêmê 'aktivîteya volkanî ya zêdebûyî' ragihandin. -
Senetorên DYE’î bang li Bîden kirin: Erdogan li dijî HDP’ê kampanyeke sîstematîk dide kirin
10 senetorên DYE’î nameyek ji Bîden re şandin anî ziman ku Serokkomarê Tirk Erdogan ji sînordarkirina mafan a li ser HDP’ê ya çend salên dawî û dîsa hehrûmkirina nifûsa Kurdan a ji mafan berpirs bide nîşandan. -
Îranê li ser sînorê Azerbeycan dest bi tedbîqatê kir
Hêzên bejahî yên Îranê li bakurê rojavayê welat, li nêzî sînorê Azerbeycanê dest bi tedbîqateke leşkerî kir. -
Li girtîgeheke Ekvadorê şer çêbû: 116 kes mirin
Li girtîgeheke Ekvadorê di navbera çeteyan de şer çêbû, 116 kes mirin. Serokkomar Gûîllerno Lasso li hemû girtîgehan ‘rewşa awarte’ îlan kir.