Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî
BI DÎMEN

TAJÊ tevlî pêngava 'Em dixwazin Abdullah Ocalan bibînin' bû

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya ji bo pêngava cîhanî ya ‘Em dixwazin Abdullah Ocalan bibînin’ ragihand. Daxuyanî li baxçeyê Rêber Apo hate dayîn û hate destnîşankirin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya jinên Êzidî ye.

Di daxuyaniyê de, Berdevka TAJÊ Rîham Hico anî ziman ku ew wek tevgera jin piştgiriya xwe ji bo vê pêngavê nîşan didin. Hico destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Apo hîn nehatiye şikandin û têkoşîn dê berdewam bike heya ku ew azad bibe û got, “Bi vê armancê, TAJÊ pêngava 'Rêber Apo bixwîne û bide xwendin' da destpêkirin, ku armanca wê belavkirina fikir û ramanên Ocalan e. Wek jinên Êzidî daxwaza me şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me jinên Êzidî ye."

DAYIKÊN ŞEHÎDAN DAXWAZA DÎTINA RÊBER APO DIKIN

Dayikên şehîdan, Xoxê Cindî û Berfê Elyas jî axivîn.

Xoxê Cindî diyar kir ku jinên Êzidî divê berî her tiştî Rêber Apo hîs bikin û got: "Weke jin û civaka ku ji qetlîaman derbas bûye, em dixwazin Serok azad bibînin. Divê em êdî wî azad bibînin, bikaribin biçin hevdîtina wî û bi çavê xwe rewşa Serok Apo bibînin."

Berfê Elyas jî destnîşan kir ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi ji destê wan were bikin û ev tişt got: "Em destpêkê silavên xwe ji Serokê xwe re dişînin û em dixwazin azad bibe. Serokê me ji bo aştî û azadiyê çi ji destê wî hat kir û teqsîr nekir. Hêvî û daxwaza me azadiya Serokê me ye. Ger Serokê me azad bibe em jinên Êzidî jî azad bibin. Ev bi salane em xwe û zarokên xwe li ser fikrên Serok Apo perwerde dikin û axa xwe diparêzin. Azadiya me azadiya Serokatî ye û em azadiya Serok Apo dixwazin."

BANGA TÊKOŞÎNÊ

Li ser navê Jinên Ciwan ên Şengalê, Avesta Ezda jî axivî û ev tişt bilêv kir: "Em jî wek Jinên Ciwan ên Şengalê bi hezkirin û rêzdarî Rêber Apo silav dikin. Weke jinên ciwan em cihê xwe di nav hemleya TAJÊ de dibînin. Tiştên ku dikeve li ser milê me hîn bêtir xwendin û belavkirina fikrên Rêber Apo ye. Em encax wisa dikarin bi berfirehkirina rêxistina xwe bibin layiqê Rêber Apo."

Ezda bal kişand ser girîngiya nameya Rêber Apo ji bo civaka Êzidî û jinên Êzidî û destnîşan kir ku divê jin xwedî li peyama Rêber Apo derkevin û xwe hîn zêdetir perwerde bikin. Avesta Ezda ev tişt anî ziman: "Pêwîste em wek jinên ciwan ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe bilind bikin. Azadiya Rêber Apo azadiya jinên ciwan e. Rêber Apo herî zêde nirx û girîngiyê dide azadiya jinê û dibêje ‘azadiya jinê azadiya min e’. Li ser vê esasê divê em xwedî li Rêber Apo derkevin û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bilind bikin."