Ekvador wê bi hezaran mehkûmî efû bike
Piştî şerê li girtîgeha Guayapuilê, Ekvador amadekariyan dike ku ji bo li girtîgehên welêt cih veke, bi hezaran mehkûmî efû bike.
Piştî şerê li girtîgeha Guayapuilê, Ekvador amadekariyan dike ku ji bo li girtîgehên welêt cih veke, bi hezaran mehkûmî efû bike.
Midûrê rêxistina girtîgehan a Ekvadorê (SNAI) Bolivar Garzon roja Înê daxuyaniyek da Û diyar kir ku extiyar, jin, astengdar û yên bi nexweşiya giran di nav de lîsteyek efûyê ya ji bo berdana nêzî 2 hezar kesî wê bê amadekirin û yên biyanî jî wê bên dersînorkirin.
Garzon got, "Niha 82 doz dewam dikin" û SNAI ji bo kontrolkirina şandina biyaniyan li welatên xwe wê radestî hikumeta Ekvadorê bêne kirin.
DI SERHILDANA DAWÎ DE 118 MEHKÛM MIRIN
Li girtîgeha Litoralê ya li Guayapuilê, roja Sêşemê çeteyên hevrikên hev bi hev ketibûn û di vî şerê giran de 118 mehkûm miribûn, gelek jî birîndar bûbûn. Lêpirsîna li ser mijarê hîn jî dewam dike.
Li gorî Wezîra Karên Hundir a Ekvadorê Alexandra Vela, polîsên neteweyî 41 qurbanên vê komkujiyê tespîtkirin, ji bo tespîtkirina 77 cesedan jî kar tê kirin.
Li gorî fermandarê polîsên herêmê Fausto Buenano, gelek ji qurbaniyan ji ber fîşekê û bombeyan mirine.
Li gorî SNAI'yê di lêpirsîna têkildarî komkujiyê de rayedaran gelek çek, cebilxane, 25 çekên bi kêr, sê cîhazên teqemeniyê û madeyên narkotîkê bi dest xistin.