Li girtîgeheke Ekvadorê şer çêbû: 116 kes mirin
Li girtîgeheke Ekvadorê di navbera çeteyan de şer çêbû, 116 kes mirin. Serokkomar Gûîllerno Lasso li hemû girtîgehan ‘rewşa awarte’ îlan kir.
Li girtîgeheke Ekvadorê di navbera çeteyan de şer çêbû, 116 kes mirin. Serokkomar Gûîllerno Lasso li hemû girtîgehan ‘rewşa awarte’ îlan kir.
Serokkomarê Ekvadorê Gûîllerno Lasso li Gûayaqûîlê ya ku li başûrê rojavayê welat e, civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku 116 kes mirine, 80 kes jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ev kesên hatine kuştin û birîndar bûne, hemû jî girtî ne.
Serwîsê girtîgehê berêjî bîlanço dabû û diyar kiribû 100 kes mirine û 52 kes jî birîndar bûne.
Ev bûyera li Girtîgeha Gûayas a li Gûayaqûîlê pêk hatî, wekî bûyera herî xedar a salê tê nirxandin.
Serokkomar Gûîllerno Lasso roja Çarşemê di asta neteweyî de li hemû girtîgehan ‘rewşa awarte’ îlan kir.
Li girtîgehan ev serê çend mehan e ku komên ku têkiliya wan bi firotina tiryakê heye, şer dikin.
Di meha Tîrmehê de jî 20 girtî miribûn û serokkomar li girtîgehan rewşa awarte îlan kiribû.
General Faûsto Bûenano ji bo kontrola girtîgeha dest bi operasyonê kiribû û diyar kiribû li ser bedena miriyan şûne çek û parçeyên bombeyên destan hene û ragihand ku herî kêm serê 6 girtiyan hatiye jêkirin.