39 balefirên şer ên Çînê qada çavdêriya hewayî ya Taywanê dagir kirin
Aloziya di navbera Pekîn û Taîpeiyê didome. Taywan ji bo tevdîrê balefirên şer û pergalên parastina fuzeyan amade kir.
Aloziya di navbera Pekîn û Taîpeiyê didome. Taywan ji bo tevdîrê balefirên şer û pergalên parastina fuzeyan amade kir.
Hêzên hewayî yên Çînê roja Şemiyê sibehê û bi şev bi balefirên şer dîsa ket herêma çavdêriya hewayî ya Taywanê.
Wezareta Parastinê ya Taywanê diyar kir ku 20 balefirên şer ên Çînê berê li nêzî giravên Pratasê hatine dîtin.
Şeva Yekşemê 19 balefirên din qada hewayî ya Taywanê bin pê kirin. Bi giştî bi 39 balefirên şer, roja Înê gihişt hejmara herî zêde.
Balefirên şer ên Taywanê ji bo dûrxistina balefirên Çînê rabûn. Taywanê pergala fuzeyan jî amade kir.
Serokwezîrê Taywanê Sû Tseng-chang duh ji rojnamegeran re axivî û gotibû “Çîn bi qestî di warê leşkerî de êrişan dike û xisarê dide aştiya li herêmê.”
Çîn ji bo ku Taywan serweriya wê nas bike, zextên xwe zêde dike. Taywan jî diyar dike ew azadî û demokrasiyê diparêze. Taywan yek ji hevkarê herî girîng ê DYE’yê ye.