Xelata Tipê ya Nobelê dan du Emerîkiyan
Ji ber xebatên wan ên li ser pergala rehekan Xelata Tipê ya Nobelê ya 2021’an dan Ardem Patapûtîan ê Ermenî û Davîd Jûlîûsê Emerîkî.
Ji ber xebatên wan ên li ser pergala rehekan Xelata Tipê ya Nobelê ya 2021’an dan Ardem Patapûtîan ê Ermenî û Davîd Jûlîûsê Emerîkî.
Juriya Nobelê ya Stockholmê daxuyanî da û got “Xebatên her du lêkolîneran rê li ber vî tiştî vedikin ku em karibin keşfên şoreşger, germahî, serma û hêza mekanîk a dinyayê fêm bikin û bizanibin hişyariyên rehekan ên ji bo van şertan çawa dest pê dikin.”
Davîd Jûlîûs (65) ê li Zanîngeha Calîfornîayê profesor e kapsaîsîna di îsota tûj de ji bo pênasekirina sensora ji bo germahiya di serikên rehekan de bi kar anî.
Ardem Patapoûtîan ê li Zanîngeha Scrîpssê profesor e, ji bo keşfkirina kategoriya sensoreke ji ber bertekên mekanîk hişyariyan dide, hucreyên li hemberî pestoyê xurt bi kar anî.