Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Îranê li ser sînorê Azerbeycan dest bi tedbîqatê kir

Hêzên bejahî yên Îranê li bakurê rojavayê welat, li nêzî sînorê Azerbeycanê dest bi tedbîqateke leşkerî kir.

Di dîmenên li ser medyaya fermî de hatin belavkirin gelek tank, bous û helîkopter hedefên hatibûn diyarkirin dan ber topan.

Fermandarê Hêzên Bejahî General Kîyûmar Haydarî ê ji televîzyona dewletê re axivî got: “Em rêz ji têkiliyên cîrantiyar baş re digirin, lê em ê ji hêzên rejîma siyonîst û terorîstên DAÎŞ’ê re baş nêzîk nebin.”

Haydarî bi van îfadeyan bal kişand ser têkiliyên di navbea Azerbeycan û Îsraîlê de.

Serokkomarê Azerbeycanê Haydar Alîyev jî di hevpeyvîna xwe ya roja Dûşemê dayî ajansa Tirk, diyar kiribû ku tedbîqata leşkerî ya Îranê ew matmayî hiştine. Aliyev got: “Her welat dikare li ser axa xwe dikare tedbîqateke leşkerî bike, lê çima niha û çima li ser sînorê me?”

Îran bi Azerbeycanê re xwedî sînoreke bi qasî 700 kêlometreyî ye û xwedî têkiliyên baş in. Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Saîd Hatîbzadeh nerazîbûn nîşanî Aliyev da û got: “Îran ji bo ewlekariya netewî ya xwe, wê hemû tedbîrên pêwîst bigire.”