Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li ser bi milyonan zarokên Efgan gefa birçîbûnê heye

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (ÛNÎCEF) û Bernameya Xurekan a Dinyayê (WFP) diyar kir ku li ser bi hezaran zarokên Efgan gefa birçîbûnê heye.

Li gorî UNÎCEF û WFP’ê li Efganistanê 3,2 milyon zarokên temenê biniya 5 salî ne, wê nikaribin baş xurekan bixwin. Herî kêm milyonek zarok ji ber xurekan wê jiyana xwe ji dest bide.

Li gorî her du saziyan ne bi tenê zarok ji sedî 95’ê malbatan jî têra xwe xurekan nikarin bi dest bixin.

Li gorî ku WFP dibêje gelek zarok herî kêm dahnekî nikarin xwarinê bi dest bixin.

Rêxistinên girêdayî NY diyar dikin ku ‘Hişkesaliyeke mezin didome û ji ber pandemiya koronavîrusê jî wê gelek zarok pêdiviya wan bi alîkariyê hebe.”