Çîn û Taywan li hev sor dibin

Li ser Taywanê bêhtengiya leşkerî zêde dibe, li aliyê dî Çîn 25 balafir şandin ser qade ezmanî ya Taywanê.

Duh 18 jetên J-16 Û ÇAR sU-30 bi giştî 22 balair û du balafirên bombebaranê yên bi zîrektiya nukleerê H-6 û 8 balafirên keşfê yên Y-8 qada ezmanî ya Taywanê bezandin.

Artêşa Taywanê hişyariyên radyoyî aşnd û ji bo ku rewşê bişopîne pergala berevaniya moşekan çalak kir.

Ev 28 balafir^ne ketin q ada ezmanî ya Taywanê, ji 15'ê Hezîrane û wir ve bû hijmara herî zêde ya wan balafiran ku ketine, 'herêma berevaniya ezmanî'.

Piştî peymana bin deryayî ya AUKUS'ê hêrsa Pekînê rabû û ji hingî ve li hev sor dibin.

Çînê tim balafir radikirin ser vê herêmê lê piştî peymana AUKUS'ê ev firîn zêdetir girîng bûn.

Peyman tê maneya ku Ingilistan û Ewûstralya jî dibe ku bikevin nav şerekî.

Daneyên şopandina firînê ku ji hêla Taywanê ve hatin weşandin, nîşan didin ku J-16 û Su-30 ên Rûs, beriya ku vegerin bi mesafeyeke kurt di ser ADIZ'ê re firîne.

Li gorî daneyên Wezareta Berevaniyê Çînê meha bihurî hema hema her rojê bi kêmanî balefirek di ser herêma berevaniya Taywanê re firandiye.