Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Serokdewletê Fîlîpînê dest ji siyasetê berdide

Serokdewletê Fîlîpînê Rodrigo Duterte ragihand ku dest ji siyasetê berdide û sala bê wê di hilbijartinê de nebe namzet.

Lîderê 76 salî meha derbasbûyî diyar kir ku ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên sala 2022'an wê nebe namzet.

Li gorî destûra bingehîn a welêt, serokkomarek tenê şeş salan dikare vê wezîfeyê bike.

Ev daxuyanî di demeke welê de hate kirin ku spekulasyon tên kirin ku keça wî dikare bibe namzeta serokkomariyê.

Duterte ku fîgurekî 'zilamê xurt' ê cihê nîqaşê ye, sala 2016'an bi soza ji bo kêmkirina sûc û çareserkirina krîza narkotîkê ya li welêt bû desthilatdar. Lê belê tê gotin ku di nava pênc salên dawî de polîsan di bin navê 'şerê dijî narkotîkê' de bi hezaran kes bi rengekî bêdaraz înfaz kirine.

Keça Duterte Sara Duterte-Carpio ku niha li bajarê Davao yê li rojavayê welêt şaredar e, ji bo namzetiya ji serokkomariyê re peyamên tevlîhev dide.

Duterte-Carpio meha derbasbûyî diyar kir ku wê tevlî pêşbirkê nebe; ji ber ku wê û bavê wê biryar dane ku di hilbijartinên meha Gulanê de tenê yek bibe namzet.

Rodrigo Duterte jî di rewşeke wiha de bi rengekî surprîz teqawîtbûna xwe eşkere kir.