Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Kabîlê li ber mizgeftê teqînek çêbû-HATE NÛKIRIN

Li Kabîlê ya ku paytexta Efganistanê ye li ber mizgeftê teqînek çêbû, gelek kes mirin.

Berdevkê hikumeta Talîbanê Zabîhullah Mucahîd diyar kir ku li nêzî camiya Îd Gah a ku duyemîn mizgefta girîng a bajêr e, teqînek çêbûye.

Mucahîd got “Piştî nîvro li ber mizgefta Îd Gah a Kabîlê li hemberî sivîlan teqînek pêk hat, gelek kes mirine.”

Li gorî çavkaniyeke Talîbanê ev êriş li dijî merasîma cenazeyê dêya Zabîhulah Mucahîd hatiye kirin.

Berdevkekî Wezareta Karê Navxweyî ji AFP’ê re axivî û got “Li gorî agahiyên pêşîn du kesên sivîl mirine û sê kes jî mirine.”

Rojek beriya wê Talîbanê daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û diyar kiribû wê ji bo dêya Mucahîd li wê mizgeftê dia bikin.

Hê kesî ev êriş li xwe negirtiye. Di 26’ê Tebaxê de jî êrişî balefirgeha Kabîlê hatibû kirin û herî kêm 75 kes miribûn. Çeteyên DAÎŞ’ê ev êriş li xwe girtibûn.