Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Çiyayê agirî yê Spanyayê 'hartir dibe'

Çiyayê agirî yê li rêzeçiyayê Cumbre ya li La Palma ya Girêvên Zelorekan, du qelşên din ên ku alavê dipijiqînin çêkir û rayedaran ji herêmê 'aktivîteya volkanî ya zêdebûyî' ragihandin.

Qelşên Nû yên firehiya wan bi qasî 15 meteyî,  serê vê heftiyê ber bi deryayê ve ku digihijin Okyanosa Atlantîkê û paralelî herikîna beriya niha, latên biagir ên sor û rengê pirteqalî şandin.

Dîrektorê teknîk Mîguel Angel ku ji departmana mudaxeleya lezgîn a li çiyayê agirî yên Giravên Zelorekan e, got çiyayê agirî piştî teqîna li girava La Palmayê bi du heftiyan 'hartir' bûye.

Zanyaran di şevekê de 8 erdhejên bi hijmeta 3,5'ê tomar kirin.

Rayedaran gotin di teqînê de 6 metre gaz û xwelî bi ezmanan ve pijiqandine.

Piştî teqîna 19'ê Îlonê 6 hezar mirov ji herêmê hatin derxistin û vê jî kir ku kesek nemire.

Qadeke alavî ya nû ya hişkbûyî ku latê heliyayî ber bi deryayê ve diçe, li qadeke bi berfirehiya 20 hektarî berbelav dibe.

Rayedaran tevahiya xeta ber rê li asta hewayê şopandin. Hikûmeta La Palmayê ragihand li herêmê asta kukurt dîoksîtê zêde bûye, lê ti talokeyek li ser tenduristiyê nîne.

Lê ji şêniyan re hate ragihandin ku li hundir nemînin. Her wiha li dijî xweliya volkanî ya xurt ji mirovvên giravê hate xwetsin ku maskeyan bidin ber dev û rûyê xwe û çavê xwe biparêzin.