Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Hişê çêkirî yê X’ê (Grok) piştî heqaretkirina li Erdogan hate qedexekirin

Groka amûra naverokê ya hişê çêkirî ya X’ê ku yek ji platforma medyaya dijîtal a li seranserê cîhanê gelek tê bikaranîn, ji ber parvekirinên xwe yên heqaretê yên duh bi şev hate astengkirin.

Hate ragihandin ku algorîtmaya hişê çêkirî dikare bi rêya şîroveyên bikarhêneran were beralîkirin û di van encama hevkarîgeriyan de Serokkomarê AKP’yî Recep Tayîp Erdogan jî di nav de derheqê gelek siyasetmedaran de îfadeyên heqaretê hatine bikaranîn. Girêdayî vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê pêngavek avêt.

Serdozgeriyê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber ‘’parvekirinên heqaretê’’ girêdayî rayeyên qanûnê zabitnameyek hatiye girtin û bi daxwaza astengkirinê serî li dadgeriya sulhê ya cezayî hatiye dayîn. Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dadgeha eleqedar biryara astengkirinê daye û biryara xwe ji Teknolojiya Agahiyan û Saziya Ragihandinê (BTK) re ragihandiye.

Piştî bûyerê platforma X’ê têkildarî parvekirinên Grokê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin:
 
‘’Haya me ji parvekirinên Grokê yên vê dawiyê heye û ji bo rakirina wan naverokên heqaretê em bi awayekî aktîf dixebitin. Piştî ku haya me ji wan naverokên berbehs çêbû, beriya ku Grok li ser X’ê naverokan parve bike ji bo astengkirina heqaretan hin tedbîr hatin girtin. xAl bes hişê  çêkirî yê li rastiyan digere, pêş dixe û bi saya bi milyonan bikarhênerên X’ê em dikarin qadên ku têkariyê li pêşketina modelê bikin bi lez tespît dikin û wan nû bikin.’’