Xwediyên Xelata Kîmya ya Nobelê eşkere bû
Xelata Kîmyayê ya Nobelê ya sala 2021'ê ji Benjamin List ê Elman û David MacMillan ê Emerîkî re hate dayin ku ji bo avakirina molekulê rêbazeke nû afirandine.
Xelata Kîmyayê ya Nobelê ya sala 2021'ê ji Benjamin List ê Elman û David MacMillan ê Emerîkî re hate dayin ku ji bo avakirina molekulê rêbazeke nû afirandine.
Jûriya Nobelê ya li Steockholêm bi daxuyaniyekê ragihand ku herdu zanyar ji ber ku 'asîmetrîk organokatalîz çêkirine' hêjayî xelatê hatine dîtin.
Rêbaza ku herdu zaynaran bêyî hay ji hev hebe çêkirin, afirandina molekulên asîmetrîk hêsantir dike.
Komîteya Nobelê got, "Profesor List û Profesor MacMillan tevkariyeke mezin li mirovahiyê kirine."