Rûsyayê fuzeya hîpersonîk ceriband
Rûsyayê, fuzeya hîpersonîk a ku weke "têknaçe" Zirkon bi keştiyek binê avê ceriband. Hate ragihandin ku ceribandin "serketî" ye.
Rûsyayê, fuzeya hîpersonîk a ku weke "têknaçe" Zirkon bi keştiyek binê avê ceriband. Hate ragihandin ku ceribandin "serketî" ye.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hate gotin, "Hêza deryayî ya Rûs yekemcar li keştiya binê avê ya nukleerî Severodvinskê, fuzeya hîpersonîk Zirkon ceriband."
Wezaretê li ser Telegrafmê daxuyanî parve kir û ragihand ku ceribandin bi rengekî serketî pêk hatiye û hedefa li Derya Barentsê ya hate diyarkirin, lê hatiye xistin.
Ceribandineke bi vî rengî yekemcar li keştiyeke binê avê hatibe kirin jî fuzeya Zirkonê beriya niha jî hatibû ceribandin.
Ceribandina destpêkê Cotmeha 2020'î hatibû kirin. Serokdewlet Vladimir Putin wê demê ji bo ceribandina fuzeyê gotibû, "Bûyera mezin". Piştre jî di serî de li firkateyna Amiral Gorchkov gelek caran hatibû ceribandin.
Ev ceribandin di serî de DYE, welatên Rojavayî dixe nava fikaran. Ev ceribandina dawî jî di demeke welê de hate kirin ku di navbera Moskowa û Washingtonê de hevdîtin li ser 'aramiya stratejîk' dest pê kir.