Li Pakistanê erd hejiya: Herî kêm 20 kes mirin
Li Pakistanê bi mezinahiya 5.7 pileyî erd hejiya. Herî kêm 20 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Li Pakistanê bi mezinahiya 5.7 pileyî erd hejiya. Herî kêm 20 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Li herêma Belucistanê ya li başûrê Pakistanê erd hejiya. Wezareta Karên Hundir a Belucistanê ragihand ku mezinahiya erdhejê 5.7 pile bû û di encamê de 20 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî wezaretê zêdeyî 200 kes jî birîndar bûn. Karên rizgarkirinê dewam dikin.
Di erdhejê de ku bi 20 kîlometreyî li binê erdê qewimî, jinek û 6 zarok jî mirin.
Erdhejê bandora herî giran li bajarê Harnai kir ku herêmeke çiyayî ye.
Li vî bajarî ji rê nebaş in, xetên elektrîk û telefonê neçê ne, xwegihandina herêmê zehmet e.