Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Meclîsa Şûrayê ya 'bêraye' a Qatarê hilbijartina pêşî kir

Qatar cara pêşî ji bo organa yasadanînê hilbijartineke berteng kir. Nayê payin ku ev hilbijartin tiştekî ji hevsenga siyasî biguherîne, ji ber ku welat hê jî ji hêla malbatekê ve tê rêvebirin û partiyên siyasî qedexe ne.

Ji 45 endamên Meclîsa Şûrayê ji bo ku 30 jê werin hilbijartin çûne ser sindoqê. Di pratîkê de zêde rayeya Meclîsa Şûrayê ku organa şêwirmendiyê nîne. Heta niha hemû endamên Meclîsê ji hêla Mîr Tamîm bin Hemed El Tanî ve dihatin diyarkirin.

Tevlêbûna nav hilbijartinan li gorî daneyên fermî 63,5 ji sedî bû.

Ajansa hikûmetê Qatar News Agency ragihand 233 kesan xwe di ber endamtiyê re kiriye û hemû jî ji hêla Wezareta Navxwe ve hatine pejirandin.

Televizyona dewletê aşkere kir ji van namzetan 101'an jê dev ji namzetiyê qeriyane û ew ê destekê bidin namzetên din.

Di hilbijartinan de ji 30 kursî hemû jê bûne yên mêran. Ji 28 jinan ku hatibû pejirandin tevlî hilbijartinê bibin kes bi ser neket. 15 kursiyên mayî, kî wê li ser wan rûne Mîrê Qatarê wê biryarê bide.