Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Senetorên DYE’î bang li Bîden kirin: Erdogan li dijî HDP’ê kampanyeke sîstematîk dide kirin

10 senetorên DYE’î nameyek ji Bîden re şandin anî ziman ku Serokkomarê Tirk Erdogan ji sînordarkirina mafan a li ser HDP’ê ya çend salên dawî û dîsa hehrûmkirina nifûsa Kurdan a ji mafan berpirs bide nîşandan.

10 senetorên DYE’î ku ji bo Serokê DYE’yê Jeo Bîden name şandin bang kir ku divê Serokkmarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ‘ji hewldanên dawî yên Kurdan ji hemû mafan li Tirkiyeyê mehrûm dike berpirs nîşan bide.’

Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Senetoyê û Senetora DYE’yî Chris Van Hollen (D.Md.) û  James Lankford (R.Okla.), dîsa senetorên bi navê Ron Wyden (D-Ore.), Jeff Merkley (D-Ore.),  Jane Shaheen (DN.H), Angus King (I.Maîne), Cory Booker (DN.J.), Ed Markey (D.Mass.) û Sherrod Brown name îmze kirin.

Senatoran nameyek ji serok Biden re şandin û tê de gotin: "Em ji ber biryara dadgeha destûrî ya Tirkiyê ya di Hezîrana 2021`an de bi fikar in ku lîsteya tawanên li dijî HDP`ê qebûl kir. Ev hewldan ji bo jihevxistina HPD`ê hat kirin ku li ser asta Tirkiyê di rêze sêyemîn a partiyên herî mezin de ye."

Senatoran nameya xwe wiha domand: “Em bang li we dikin ku hewldanên Erdoganê şermezar bikin. Bi şirîkên me yên Yekîtiya Ewropayê re kar bikin da ku ji vê zêdetir demokratî li Tirkiyê paşde neçe.”

Senatoran diyar kirin ku di dirêjahiya salên dawî de serokkomarê Tirk Erdogan ji bo sînordarkirina mafên HPD`ê bi zanabûn kampanya dikin.

Senatoran di dawiya nameya xwe de got: “Em bang li we dikin ku xwedî li demorkatiyê, mafên mirovan û serdestiya qanûnê di têkiliyên wan yên bi Tirkiyê re derkevin. Bi şirîkên me yên Yekitiya Ewropayê (YE) re koordîneyê bikin. Divê serok Erdogan fêm bike ku wê encamên jihevxistina HDP, girtina endamên wê li ser Tirkiyê xeter bin.”