Krîza dîplomatîk a navbera Fransa û Cezayîrê
Piştî ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron rexne kir, ku li Cezayîrê desthilatdariyeke 'siyasî-leşkerî' heye, Cezayîrê bang li Sefîrê xwe yê bilind ê li Fransayê kir.
Piştî ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron rexne kir, ku li Cezayîrê desthilatdariyeke 'siyasî-leşkerî' heye, Cezayîrê bang li Sefîrê xwe yê bilind ê li Fransayê kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Serokkomariya Cezayîrê de nerazîbûn ji gotinên Macron re hate nîşandan û ev yek weke "destwerdana li karên navxweyî" hate nirxandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li gorî vê rewşa ku ev gotinên bêberpirsyarî bûne sedem" ji bo şêwirandinê bang li Sefîrê Bilind ê li Parîsê Mûhammed Antar Davûd hatiye kirin.
Beriya vê biryarê, di medya Cezayîrê de cihekî berfireh ji van daxuyaniyan re hate dayin ku di rojnameya Fransayê Le Monde de hate ragihandin ku gotinên Macron e û hate rexnekirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Le Monde, Serokkomar roja Pêncşemê di dema hevdîtinek bi ciwanan re yên ku neviyên kesên tevlî şerê Cezayîrê bûbûn jî hebû, Macron diya rkir ku piştî serxwebûna sala 1962'an Cezayîrê xwe li ser 'bîrdariyeke rantê' ya bi sîstema 'siyasî-leşkerî' ava kiriye.