CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li giravên Kanaryayê keştiya koçberan noqî avê bû
Li giravên Kanarya yê Spanyayê keştiya penaberan noqî avê bû û 4 koçberan jiyana xwe ji dest da, 29 koçber winda bûn. -
Hilbijartinên Brezîlyayê: Dibe ku Lûla di tûra yekem de bi ser bikeve
Ji bo hilbijartinên tûra yekem a Serokkomariya Brezîlyayê, îro 156 milyon hilbijêrî deng dan. Li gorî anketan dibe ku namzetê çepgir Lûla da Silva di tûra yekemîn de bi ser bikeve. -
Maça futbolê ya li Endonezyayê veguherî komkujiyê: 174 kes mirin
Li Endonezyayê li stadyûmekê trajediyeke gelekî giran rû da, ku heta niha tiştekî bi vî rengî nebûye. 174 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Çekên çeteyên narkotîkê yên li Meksîkayê ji DYE'yê ne
Li Meksîkayê piraniya ekên ku çeteyên narkotîkê bi kar tînin, ji DYE'yê ne. Doza ku hilberînerên çekan ên Meksîkayê vekir jî ji aliyê addgeha DYE'yê ve hate redkirin. -
Hêzên Îranê 58 kes qetil kir û 270 birîndar kir
Hêzên Îranê li Zahîdanê êrîşê gel kir, jin û zarok jî di nav de 58 kes hatin qetilkirin. -
Li Iraqê xwepêşandan dest pê kir
Li Iraqê xwepêşandanên şermezarkirinê dest pê kirin. Milîsên Sereya Selam çalakiyê li dar dixin. -
Serokê Iraqê Berhem Salih: Divê rê li ber êrîşên Tirkiyê û Îranê bên girtin
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih di civîna xwe ya bi Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Iraqê Qasim Eracî re lidarxistî de diyar kiriye ku êrîşên Îranê û Tirkiyê binpêkirina serweriya Iraqê ne û divê lê li ber wan bên girtin. -
Îranê li Belûcistanê bi dehan kes qetil kirin
Li gor medyaya dewleta Îranê, di pevçûnên îro yên li başûrê rojhilatê Îranê de, 19 kesan jiyana xwe ji dest daye. Lê tê îdiakirin ku hejmara kesên hatin qetilkirî 36 e. -
Rûsyayê, çar herêmên Ûkraynayê xist bin serweriya xwe
Rûsyayê çar herêmên Ûkraynayê li ser xaka xwe zêde kir. -
Çalakiyên protestoyî yên li Îranê 3 hefte ne berdewam in
Çalakiyên protestoyî yên piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê ‘’polîsên exlaq’’ ve ket hefteya sêyemîn. Di dema çalakiyan de gelek xwepêşander hatin qetilkirin. -
Şantaja NATO’yê: Swêdê îxraca çekan a ji bo Tirkiyeyê pejirand
Piştî şantajê ku dewleta Tirk li ser NATO’yê kir, Swêdê îxraca çek û amûrên şer ji bo Enqereyê ji nû ve pejirand. -
Pûtîn li Ukraynayê serxwebûna du herêman îlan kir
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn serxwebûna du herêmên li Ukraynayê îlhak kiribû îlan kir. -
Li Kabûlê êrîşa xwekujî: 19 kes mirin
Li paytexta Efganistan Kabûlê, li navendeke perwerdeyê êrîşeke xwekujî hate kirin. Herî kêm 19 kes hatin kuştin. -
Pûtîn wê îlhaqa çar herêman bipejirîne
Piştî referandûma ku Rûsiyayê li herêmên Ukaranyayê yên ku desteser kiriye dengê ‘erê’ hat dayîn, Serokê Dewletê Vladimir Pûtîn wê roja Înê îlhaqê bipejirîne. -
Bexdayê nerazîbûnê nîşanî Îranê da
Wezareta Karên Derve ya Iraqê ji ber êrîşên li ser Iraqê li Sefîrê Bilind ê Îranê yê li Bexdayê geriya û nerazîbûn nîşan da. -
Li Venezûelayê lehî rabû: 10 kes mir, 3 jî winda ne
Li Venezûelayê ji ber barana zêde ya ku ev du hefte ne dewam dike, lehî rabû: herî kêm 10 kes mirin, 3 kes jî winda ne. -
Roket li derdora Parlamentoya Iraqê ketin
Piştî du mehan Parlamentoya Iraqê li hev civiya. Çar roket li derdora avahiya parlamentoyê ketin. -
Elmanya biryara girtina endama DAÎŞ’î ku QSD’ê teslîm kir da
Endama çeteya DAÎŞ’î Nadîne K. ya meha Adarê ya çûyî QSD’ê radestê Elmanyayê kir, ji kirina sûcên li dijî mirovahiyê derket pêşberî şandeya dadgehê. -
Girtiyên jin: Divê em xwedî li berxwedana Îran û Rojhilatê derbikevin
Girtiyên jin ên li Şakranê li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya ku ji aliyê Îranê ve hatibû kuştin, banga xwedîderketina berxwedanê kirin û gotin: “Divê hemû jin dengê xwe bilind bikin.” -
Li Belçîkayê polîsan girtin ser rastgirên tund: Kesek mir
Li herêma Anversê ya Belçîkayê polîsên antî-teror girtin ser rastgirên tund û di serdegirtinê de rastgirekî tund jiyana xwe ji dest da. -
ÎFJ nerazîbûn nîşanî Îranê da: Rojnamevanan berdin !
Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî bang li Îranê kir ku rojnamevanên ku destgîr kirine, berdin. -
Di referandûma Rûsyayê ya li Ûkranyayê de dengê “erê” bi ser ket
Referandûma ku Rûsyayê li herêmên Zaporijya, Herson, Donetsk ve Luhansk ya Ûkranyayê li dar xist, mîna ku dihat hêvikirin dengê “erê” bi ser ket. -
Gelên xwecihî çareserî di tevlêbûna nav siyasetê de dîtin
Gelên xwecihî yên li Brezîlyayê ku jîngehên wan di bin xetereyê de ne, eleqeya xwe ya ji bo siyasetê zêde kirin. Di hilbijartinên ku wê di 2’yê Cotmehê de li Brezîlyayê bên kirin cara destpêkê ji 45 komên xwecihî bi tevahî 180 berendamê parlementoyê ne. -
Li Hindistanê tundiya kastê bû sedema mirinê
Hate ragihandin ku li Hindistanê mamosteyekî ji ber şaşitiya nivîsê xwendekarekî Dalîtê qetil kiriye. -
Çalakiyên li Îranê didome: Bi dehan kes hatin kuştin bi hezaran kes jî hatin destgîrkirin
Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dehan bajaran belav bû. Tê diyarkirin bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî hatine destgîrkirin.