Îranê li Belûcistanê bi dehan kes qetil kirin

Li gor medyaya dewleta Îranê, di pevçûnên îro yên li başûrê rojhilatê Îranê de, 19 kesan jiyana xwe ji dest daye. Lê tê îdiakirin ku hejmara kesên hatin qetilkirî 36 e.

Çalakiyên protestoyî yên bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin di roja 14’an de berdewam dikin. Bi taybetî li Sistanê û Zahidana navenda Belûcistanê, xelk derket qadan. Li gor Rêxistina Efûyê, beriya çalakiyên bi şidet ên dawîn, di çalakiyên protestoyî de 52 kes hatine qetilkirin.

Li gor medyaya dewleta Îranê, di pevçûna îro ya li başûrê rojhilatê Îranê de 19 kesan jiyana xwe ji dest daye, 20 kes jî birîndar bûne. Lê tê îdiakirin ku zêdetir kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, hêzên dewletê yên Îranê li Zahidanê gule yekser berdane xwepêşanderan; zarok û jin jî di nav de herî kêm 36 hatine qetilkirin, herî kêm 50 kes jî birîndar bûne.

Xetên înternetê hatine birîn, gelek leşker li bajêr hatine bicihkirin.

Kenala Kolbers jî da xuyakirin ku piştî qetlîama li Sistan û Belûcistanê fermandarekê Itlaatê yê artêşa Îranê yê bi navê Alî Musewî ji aliyê ‘Ciwanên Şoreşger’ ve hatiye kuştin.

Li gor nûçeyên di çapemeniyê de derketin, xwepêşandan û hunermend û lîstîkvanekê fûtbolê yê navdar ê bi navê Hosseîn Mahînî jî hatine girtin.

Ji ber sînordarkirina înternetê ya li welat, di der barê xwepêşandanan de zêde agahî nayên wergirtin. Li gor şahidan xwepêşandanan, di bin banên malan de xwepêşandanên protestoyî tên kirin.