Di referandûma Rûsyayê ya li Ûkranyayê de dengê “erê” bi ser ket

Referandûma ku Rûsyayê li herêmên Zaporijya, Herson, Donetsk ve Luhansk ya Ûkranyayê li dar xist, mîna ku dihat hêvikirin dengê “erê” bi ser ket.

Referandûma ku ji bo ev herêm bi Federasyona Rûsyayê re bê girêdan, 5 roj dewam kir.

Rayedarên Rûsyayê, roja Duşemê beriya ku referandûm encam bibe ragihandin ku dengê “erê” bi ser ketiye.

Li Zaporjiya hat ragihandin ku sedî 93.1, dengên “erê” derketiye. Komîsyona hilbijartinê ya Hersonê jî ragihand ku hilbijer sedî 87 dengê “erê” bi kar anîne. Komara Gel a Donetskê diyar kir ku sedî 99.23 dengê “erê” derketine.

Bi vê referandûmê re Rûsya ji sedî 20 axa Ukranyayê bi dest xist.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin anî ziman ku armanca wan rizgarkirina gel ji qirkirina rêveberiya Kîevê ye.

Rêveberiya Kîev û hikumetên Rojavayî vê referandûmê qebûl nakin. Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy, diyar kir ku ew ê li herêmên ku ji aliyê Moskowayê ve hatiye dagirkirin di aliyê parastina gel de tevbigerin. Zelenskiy qala Heerson, Zaporijya, Donbass, Harkiv û Kirimê kir û destnîşan kir ku ew ê “gel biparêzin”.

Zelenskiy di axaftina xwe ya di Neteweyên Yekbûyî de anî ziman ku piştî vê referandûmê ne pêkan e ku Kîev û Moskowa danûstandinê bikin.,

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, di axaftina xwe ya li Konseya Ewlehiyê de diyar kir ku ew piştgirî didin “hevgirtina axa” Ûkraynayê.

Fransa ji bo referandûmê got “qeşmertî” û nerazîbûn nîşan da. Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî ragihand ku wê welatên rojava tu carî vê referandûmê nas neke.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg refandûm mîna “xeyalî” bi nav kir û anî ziman ku tu rewabûna vê tuneye.