Çalakiyên protestoyî yên li Îranê 3 hefte ne berdewam in

Çalakiyên protestoyî yên piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê ‘’polîsên exlaq’’ ve ket hefteya sêyemîn. Di dema çalakiyan de gelek xwepêşander hatin qetilkirin.

Serhildana bi qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘’polîsên exlaq’’ ên rejîma Îranê ve destpê kir, berdewam e.

Roja Pêncşemê jî li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ hat berzkirin. Di dîmenên li ser medyaya dîjîtal hatin parkirin de deng tê ku hêzên dewleta Îranê guleyan berdidin.

Li paytext Tehranê û bajarên mezin ên mîna Îsfahan û Yezdê jî çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin û xwepêşander û hêzên dewletê bi hev ketin.

Li bajarê Meşed ê pîroz ê li bakurê rojhilat jî hêzên ewlehiyê û xwepêşander li hev ketin.

Li gorî ajansa Fars a Îranê nêzîkê 60 kesan jiyana xwe ji dest daye. Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê (IHR) ya navenda wê li Osloyê, hat ragihandin ku herî kêm 83 kes hatine qetilkirin. 

Li gor Micahidên Gel a koma muxalîf a Îranî jî 200 kes hatine qetilkirin, zêdeyê 10 hezaran kes hatine destgîrkirin.

Li gor rayedaran ji 16’ê Îlonê heta niha zêdeyê hezar û 200 kes hatine destgîrkirin. Di nav destgîrkiriyan de aktîvîst, parêzer û rojnamevan jî hene.

Huseyîn Manahî yê lîstikvanekê fûtbolê yê kevin ê navneteweyî jî ji ber ku piştgiriya çalakiyan kir hat destgîrkirin.

Her wiha tê texmînkirin ku roja Şemiyê li her dera cîhanê li bi dehan bajaran çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.