Li Hindistanê tundiya kastê bû sedema mirinê

Hate ragihandin ku li Hindistanê mamosteyekî ji ber şaşitiya nivîsê xwendekarekî Dalîtê qetil kiriye.

Polîsên Hindistanê li mamosteyekî digerin, ku tê sûcdarkirin; ji ber şaşitiya di nivîsê de kiribû heta kuştinê li xwendekarekî xist.

Li gorî giliyê ku bavê xwendekar Nîkhîl Dohre li polîsan kir, 7'ê Îlonê di testekê de ji ber ku kurê wî şaşitiyek kirü mamosteyê zanyarên civakî Ashwînî Sîngh bi darekî lê xist û heta ku ji ser hişê xwe biçe bi pihînan lê da.

Zarokê 15 salî ji ber derbên giran roja Duşemê li nexweşxaneyeke li eyaleta Ûttar Pradeshê ya li bakurê welêt jiyana xwe ji dest da. Kujer jî ji herêmê reviya.

Civaka Dalît ku berê weke 'yên dest li wan nayê kirin' dihate naskirin, di sîstema kast a Hindistanê de li asta herî jêr in û bi sedan sal in pêşhikmû û cihêkarî lê tê kirin.

Li herêma Aûraiyayê ku êrîş lê hate kirin, çalakiyên şermezarkirinê destpê kirin.

Bi sedan kes roja Duşemê daketin qadan û agir berdan wesayiteke polîsan. Gelek xwepêşandêr hatin girtin.

Çalakger dixwazin beriya cesedê zarok bê şewitandin, mamoste bê girtin.

Li gorî daneyên hikumetê li welêt serê her saetê pênc sûcên ji ber kastê rû didin.