Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Iraqê xwepêşandan dest pê kir

Li Iraqê xwepêşandanên şermezarkirinê dest pê kirin. Milîsên Sereya Selam çalakiyê li dar dixin.

Li Iraqê wwepêşandanên şermezarkirinê ya Tevgera Tişrîniyan dest pê kir. Xwepêşanderên ku ber bi Herêma Kesk ve diçin deriyê ewil ya Pira Komar derbas kirin.

Aktîvîstê Tevgera Tişrîniyan Ahmet el-Karawî hebûna milisên Sereya Selam ya li qada Tahrîrê piştrast kir.

Ahmet el-Karawî ji Rojnewsê re axivî û got: “Xwepêşander ber bi qada Tahrîrê ve diçin. Li Qada Tahrîrê Mîlîsên Sereya Selam (Hêzên çekdar ên Tevgera Sedr) tevlî xwepêşandaran bûn. Niha hejmara xwepêşanderên li qada Tahrîrê ne di rêjeyeke zêde de ye, xwepêşandanên mezin wê di saet 16:00’an de dest pê bike.”

Xwepêşanderan barîkatên ser Pira Komar rakirin û avêtin ava Dîcleyê. Xwepêşander hewl didin barîkatên duyem jî rakin û xwe bigihînin Herêma Kesk.