ÎFJ nerazîbûn nîşanî Îranê da: Rojnamevanan berdin !

Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî bang li Îranê kir ku rojnamevanên ku destgîr kirine, berdin.

Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (ÎFJ) nerazîbûn nîşanî destgîrkirina 14 rojnamevanên ku ji aliyê Îranê ve di çalakiyên protestoyî de hatibûn destgîrkirin da.

Sekreterê Giştî yê Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî Antoni Bloger, bi rayederên Îranê re rûnişt û diyar kir ku divê ji bo hemû gelan û rojnamevanan xebatên mafê azadiya ramanî bên kirin.

Li gorî Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî navên 14 rojnamevanên ku di xwepêşandanên dawî de hatine destgîrkirin wiha ne: “Yelda Mîrî, Nûlîfer Hemdî, Fatma Recebî, Îlahe Mehemedî, Marziya Telaî, Wîda Rebanî, Muctebî Rehîmî, Elî Rîza Xûşbext, Rûhale Nexeî, Mesûd Kurpûr, Xurew Kurdpûr, Elî Xetîbzade, Îman Bepesend û Ehmedî Hilbîsaz”