Girtiyên jin: Divê em xwedî li berxwedana Îran û Rojhilatê derbikevin

Girtiyên jin ên li Şakranê li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya ku ji aliyê Îranê ve hatibû kuştin, banga xwedîderketina berxwedanê kirin û gotin: “Divê hemû jin dengê xwe bilind bikin.”

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê bi rêya malbatên xwe têkîldarî qetilkirina Jîna Emînî ku ji aliyê Îranê ve hatibû qetilkirin, name şandin.

Di nameyê de wiha hate gotin: “Zexta giran ya li ser jinan ne tenê li Îranê, hemû dewletên faşîst bi rengekî sîstematîk jinan qetil dikin. Li ku derê cîhanê jî bin, zexta giran ya li ser jinan bi hişmendiya mêr tê kirin. Îro li Tirkiyeyê hişmendiya AKP-MHP mîna rejîma mollayê jiyan li jinan herimandiye. Li Tirkiyeyê jin her roj ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Qetliamên jinan bi desthilatdariya AKP-MHP’ê ve zêdetir bûye.”

‘DIVÊ HEMÛ JIN DENGÊ XWE BILIND BIKIN’

Girtiyên jin di nameya xwe de diyar kirin ku qetilkirina Jîna Emînî, qetilkirina hemû jinan e û wiha dewam kirin: “Em mîna jinên li girtîgehan, qetilkirina Jîna Emînî şermezar dikin. Divê em jinên berxweder bi tenê nehêlin û li her derê xwedî li berxwedanê derbikevin. Em piştgiriya jinan himbêz dikin û berxwedana wan silav dikin. Bijî têkoşîna jinan. Jin jiyan azadî.”