Pûtîn wê îlhaqa çar herêman bipejirîne

Piştî referandûma ku Rûsiyayê li herêmên Ukaranyayê yên ku desteser kiriye dengê ‘erê’ hat dayîn, Serokê Dewletê Vladimir Pûtîn wê roja Înê îlhaqê bipejirîne.

Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov got, "Ji bo îmzekirina peymanên ketina herêmên nû yên Federasyona Rûsyayê saet 15.00'an de wê li Kremlînê merasîmek bê lidarxistin."

Pekov anî ziman ku Pûtîn wê bi munasebeta vê merasîmê axaftinekê bike.

Rojhilatê Donetsk û Luhanskê û başûr Herson û Zaporijiye yên ku piştî şerê Ukraynayê ku di meha Sibatê de dest pê kir ve di bin kontrola Rûsyayê de ne, referandûm hatin kirin. Li gorî çavkaniyên Rûsyayê li her çar herêman ji sedî 80 û 90 dengên “erê” hatine bidestxistin.

Rûsyayê beriya niha di sala 2014’an de başûrê Kirimê bi xwe ve girêdabû.

Rêveberiya Kîev û hikûmetên rojavayî ragihandin ku ew referandûmê nas nakin.