Li Kabûlê êrîşa xwekujî: 19 kes mirin

Li paytexta Efganistan Kabûlê, li navendeke perwerdeyê êrîşeke xwekujî hate kirin. Herî kêm 19 kes hatin kuştin.

Berdevkê polîsan Xelîl Zadran got, "Dema ku xwendekaran xwe ji ezmûnê re amade dikirin, êrîşkarekî bombe li xwe pêçandibû, xwe teqand. Mixabin 19 kesî jiyana xwe ji dest dan, 27 kes jî birîndar bûn.

Xwendekarên li navenda perwerdeyê ya qalkirî, xwe ji ezmûnên zanîngehê re amade dikirin.

20'ê Nîsanê jî li heman taxa li rojavayê paytextê, li dibistaneke ku zarokên mêr lê dixwendin 2 teqîn çêbûn, 24 kes mirin.

Heta niha kesî berpirsyariya êrîşa li ser navenda perwerdeyê li xwe negirtiye. Lê belê gelek êrîşên ku piştî Talîban di tebaxa 2021'ê de bû desthilatdar hatin kirin, DAÎŞ'ê berpirsyariya wan li xwe girtin.