Çekên çeteyên narkotîkê yên li Meksîkayê ji DYE'yê ne

Li Meksîkayê piraniya ekên ku çeteyên narkotîkê bi kar tînin, ji DYE'yê ne. Doza ku hilberînerên çekan ên Meksîkayê vekir jî ji aliyê addgeha DYE'yê ve hate redkirin.

Ji sala 2006'an û vir ve di şerê navbera çeteyên narkotîkê de yê li Meksîkayê qewimîn nêzî 300 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên hikumeta Meksîkayê di şerê navbera kartelên herî xurt ên li welêt de tenê sala 2021'ê rojane derdora 94 mirov hatin kuştin.

Hikumeta Meksîkayê ku demeke ji bo qedandina rageşî û şerê navbera baronên narkotîkê û bidawîkirina trafîka narkotîkê dixebite, tespît kir ku piraniya çek û cebilxaneyên di vî şerî de ji aliyê çeteyan ve têne bikaranîn, çekên ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ne.

DADGEHA DYE'YÊ: ARGUMAN TÊRÊ NAKIN

Lewma jî hikumeta Meksîkayê li hemberî şîrketên mezin ên çekan ên DYE'yê Smit û Wesson, Glock û Colt doz vekir. Hikumeta Meksîkayê diyar kir ku fîrmayên çekan ên navborî çekan didin çeteyên sûc, bi vî rengî roleke xwe ya girîng di şerê çeteyan de heye û destnîşan kir ku ev yek binpêkirina qanûnên neteweyî û navneteweyî ye.

Lê belê serlêdana hikumeta Meksîkayê ji aliyê dadgeha herêmî ya li Eyaleta Massachusetts a li DYE'yê ve hate redkirin. Dadgerê DYE'yê Dennis Saylor biryara li ser serlêdanê eşkere kir û îdîa kir ku agrumanên hikumeta Meksîkayê têrker nînin. Hikumeta Meksîkayê jî nerazîbûn nîşanî biryara DYE'yê da û got, "Ji bo cezakirina fîrmayên çekan, têkoşîna me ya hiqûqê wê dewam bike."

SALANE 200 HEZAR ÇEKÊN QAÇAX

Di doza rayedarên Meksîkayê de argumana herî girîng çekên ku di şerê çeteyan de hatine bidestxistin. Li gorî vê yekê ji sedî 70 heta 90 ê van çekan ji DYE'yê ne. Tê texmînkirin ku salane derdora 200 hezar çek bi rêyên qaçax ji DYE'yê derbasî Meksîkayê têne kirin.