Roket li derdora Parlamentoya Iraqê ketin

Piştî du mehan Parlamentoya Iraqê li hev civiya. Çar roket li derdora avahiya parlamentoyê ketin.

Li Iraqê ku xitimandineke siyasî heye, parlamento encax du meh bi şûn de karî li hev bicive. Rûniştin, ji bo dengdana erêkirina berdana dev ji kar a Serokê Parlamentoyê Muhemed Halbûsî hat kirin.

Gava civîn dihat kirin çar roket li derdora parlamentoyê ketin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hevpar ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku roketek li ber parlamentoyê ketiye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku efserek û sê endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûne.