Elmanya biryara girtina endama DAÎŞ’î ku QSD’ê teslîm kir da

Endama çeteya DAÎŞ’î Nadîne K. ya meha Adarê ya çûyî QSD’ê radestê Elmanyayê kir, ji kirina sûcên li dijî mirovahiyê derket pêşberî şandeya dadgehê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), 10 endamên çete yên DAÎŞ’î yên welatiyên Elmanyayê ku di operasyonan de girtin û 27 zarokên wan, meha Adarê ya çûyî bi lihevkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêveberiya Berlînê re radestî Elmanyayê hatin kirin.

4 endamên çete ku 31’ê Adarê gihîştin Elmanyayê li Balafirgeha Frankfûrtê hatin destgîrkirin.

Serdozgeriya Federal a navenda wê li Karlsruheyê, di daxuyaniya xwe ya bi fermî ya îro de ragihand ku îdianameya di der heqê endama çeteya DAÎŞ’î Nadîne K.yê de temam bûye.

Welatiya Elmanyayê ya 33 salî ku ji ber kirina sûcê li dijî mirovahiyê û kirina alîkariya di sûc de û kirina sûcê şer biryara girtina wê hat dayîn, tê payîn ku çend roj bi şûnde li Dadgeha Bilind a Eyaleta Koblenzê dest bi darizandina wê were kirin.

Bal bi ser wê yekê de hat kişandin ku Nadîn K. dawiya sala 2014’an di ser Tirkiyeyê re gihîştiye çeteyan û bi mêrekî DAÎŞ’î re zewiciye û li Mûsilê bi cih bûye û li wir bûye hevkara gelek sûcên li dijî mirovahiyê.

Her wiha hat diyarkirin ku Nadîne K. û hevserê xwe berpirsên depoya çekan a DAÎŞ’ê bûne û hat destnîşankirin kirin ku ji bo jinên Êzidî yên dîl hatine girtin ji aliyê DAÎŞ’ê ve wek nobetdar hatiye erkdarkirin.