Çalakiyên li Îranê didome: Bi dehan kes hatin kuştin bi hezaran kes jî hatin destgîrkirin

Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dehan bajaran belav bû. Tê diyarkirin bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî hatine destgîrkirin.

Di 16’ê Îlonê de piştî ku Jîna Mahsa Emînî ya Kurd hate qetilkirin, çalakiyên protestoyê yên ji bo azadî û demokrasiyê didome.

Rayedarên Îranê îddîa kirin heta niha ‘hêzên dewletê’ jî di nav de 41 kesan jiyana xwe ji dest dane. Rayedaran diyar kirin heta niha 1200 kes jî hatine destgîrkirin.

Çalakvan, parêzer û rojnamevan jî hatine destgîrkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) diyar kir li 14 eyaletan 6 jê jin û 4 zarok jî di nav de herî kêm 75 kesan jiyana xwe ji dest dane.

IHRê diyar kir di destê wan de belge û dîmen hene ku çalakvan bi fîşekên rastîn hatine kuştin.

Koma mûxalif a bi navê Mucahîdên Gel jî diyar kir hejmara miriyan 200 derbas kiriye û herî kêm 10 hezar kes hatine destgîrkirin. Li gorî vê rêxistinê çalakiyên protestoyê li 154 bajaran belav bûye.

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jî jin derketin ser wesayîtan û laçikên xwe avêtin. Li ser torên medyaya sanal gelek vîdeo hatin weşandin ku jin laçikên xwe diavêjin nav agir.