Gelên xwecihî çareserî di tevlêbûna nav siyasetê de dîtin

Gelên xwecihî yên li Brezîlyayê ku jîngehên wan di bin xetereyê de ne, eleqeya xwe ya ji bo siyasetê zêde kirin. Di hilbijartinên ku wê di 2’yê Cotmehê de li Brezîlyayê bên kirin cara destpêkê ji 45 komên xwecihî bi tevahî 180 berendamê parlementoyê ne.

Siyaseta serokkomarê rastgir ê tundrew ê Brezîlyayê Jaîr Bolsonaro ya bi bêdarkirina Amazonan ew qad ji rantê re vekir, gelên xwecihî yên welat arasteyê siyasetê kir. Li hemberî polîtîkayên dijminatiyê yên Bolsonaro yên li dijî wan, di dîroka Brezîlyayê de hejmara çalakvanên gelên xwecihî yên ku dikevin nav siyasetê ji her demê zêdetir zêde bûye.

Di hilbijartinên giştî yên ku wê di 2’yê Cotmeha 2022’an de li Brezîlyayê bên kirin de, hat ragihandin ku bi giştî 180 kes ji gelên xwecihî bûne berendamên parlementoyê. Li gorî nûçeyên di çapemeniya Brezîlyayê de cih girtin, ev namzed ji 45 komên cuda yên gelên xwecihî yên li 24 eyaletên welat dijîn. Ev yek li gorî hilbijartinên 2014’an ji sedî 116 zêde bûye. Çavdêran nirxandina “Ji bo têkoşîna li dijî Bolsonaro, gelên xwecihî çareserî di ketina siyasetê de dîtine.”

GELÊN XWECIHÎ WÊ ÇARENÛSA HILBIJARTINÊ DIYAR BIKIN

Li Brezîlyayê, yek ji pêkanînên sereke yên Bolsonaro, lîderê Partiya Sosyal Lîberal a rastgir-muhafezekar ku piştî hilbijartinên di dawiya sala 2018’an de hatin kirin de, hat ser desthilatdariyê, ew bû ku qadên jiyanê yên gelên xwecihî xera kir û ji rantê re vekir.

Di hilbijartinên 2’ê Cotmehê de ku wê wekîl û senatorên nû yên meclisa neteweyî û her wiha parêzgar werin hilbijartin, yek ji serokên berê yê çepgir ê dewletê Lûîz Inacîo Lûla da Sîlva ye wê li hemberî Bolsonaro têkeve hilbijartinê. Li gorî anketan pêşbirka hilbijartinê di navbera Bolsonaro û Lûla da Sîlva de bi tena serê xwe diçe û dengên gelên xwecihî di asta ku encamên wê diyar bike de ye.

Di serdema Lûla da Sîlva de ku ji 2003’an heta 2011’an Serokatî kir, ji bo parastina jîngehên gelên xwecihî, her çend ne zêde xurt be jî, têkoşîn dihat kirin. Lê dema Bolsonaro hat ser desthilatdariyê, siyaseta parastina gelên xwecihî bi tevahî hate sekinandin û daristanên Amazonê ji bo armancên aborî pêşkêşî şîrketan hate kirin.

'EM Ê LI HER QADÊ TÊBIKOŞIN'

Wek mînak, di çar salên dawî yên serokatiya Bolsonaro de, li daristanên baranê yên herêma Amazonê ji berê zêdetir şewat derketibûn. Li rex van şewatên ku piraniya wan bi zanebûn hatine destpêkirin, gelên xwecihî rastî zextên rasterast an nerasterast ên hikûmeta navendî hatin.

Koordînator û namzeta parlementeriyê ya rêxistina sîwanê ya gelên xwecihî Abîp Sônîa Gûajajara li paytext Brezîlyayê daxuyanî da çapemeniyê û got, “Bê guman tevlêbûna me ya siyasetê nayê wê wateyê ku têkoşîna me tenê wê bi siyasetê sînordar be. Em ê li her qadê têbikoşin.”