BI DÎMEN

Bi cesaret rastiya civaka xwe bi şanoyê nîşan dide

Baran Mihemed bi temenê xwe yê biçûk dikare li ser dika heqîqetê bilîze ku Mihemed ciwanekî biçûk e û ew di şanogeriyê de pir jêhatî ye. Her wiha mezintirîn daxwaza wî ew e ku bibe weke mamosteyê xwe.

Hunera şanoyê yek ji girîngtirîn huneran e ku mirov bi saya şanoyê dikare hest û rastiya jiyan û civaka xwe bi civaka xwe re parve bike. Gelek cureyên şanoyê hene. Hin xemgînî ne, hin komedî ne û hin jî gelêrî ne. Lê belê ev hemû jî dikare bi saya lîstikvanan, li ser dika heqîqetê werin pêşkêş kirin.

Bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanê û 20’emîn salvegera şehadeta Şehîd Yekta Herekol li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê şano hatin pêşkêşkirin. Yek ji şanogerê herî biçûk ku beşdarî hunera şano bûye û bi hestên xwe yên zaroktiyê li ser dika heqîqetê bi lîstikvanên mezin re dilîze û her kes pir ji stîla wî ya di şano hez dike,  Baran Lûqman Mihemed e.  Baran Lûqman Mihemed hestên xwe yên têkildarî şanogeriyê wiha bi ajansa me ANF’ê re parve kir. 

‘SPASIYA MAMOSTE Û MALBATA XWE DIKIM’

Baran bi van gotinan qala kesên ku di şanogeriyê de piştgirtiya wî kirine, kir: “Di destpêkê de ez spasiya mamosteyê xwe yê ku min li ser hunera şanoyê pêş xist û timî moral dide min,dikim. Her wiha ez spasiya malbata xwe jî dikim, ji ber wan derfet da min ku ez xwe hîn bêhtir pêş bixim.”

ROJ BI ROJ PÊŞ DIKEVE

Baranî bal kişand li ser pêşketina xwe û wiha pêde çû: “Ev ne cara yekemîn e ku ez tevlî mihrîcanan dibim. Ez tevlî gelek mihrîcanan bûme yek ji wan jî Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol e ku ez her sal bi koma xwe ya bi navê Kulîlkên Rojava re derdikevim li ser dikê û em lîstika xwe pêşkêş dikin.  Di heman demê de di destpêka fêrbûna şanoyê de min gelek zehmetî kişandin. Lê belê mamosteyê min Fewaz gelekî alîkariya min kir û nîşanî min da ku ez timî bi cesaret rastiya jiyana xwe derxînim pêş. Niha jî ez di warê şanoyê de pêşketineke pir mezin di xwe de dibînim û mezintirîn daxwaza min ew e ku ez bibim yekî weke mamosteyê xwe.”

‘GEL BI LÎSTIKÊN MIN RE KÊFXWEŞ DIBE’

Baran têkildarî naveroka lîstika ku di Roja Şanoyê ya Cîhanî de pêşkêş kirin ev yek anîn ziman: “Lîstika ku me di vê rojê de ji gel re pêşkêş kir, li ser çanda civaka kurd û stranên kurdî yên gelêrî bû. Her wiha di lîstikê de min karekterê bi navê Mihemed pêşkêş kir ku timî ji dê û bavê xwe lêdan dixwar û pir ji qewsikê hez dikir. Rola min jî komîk bû û kêfa temaşevanan jî gelekî ji vê lîstika min hat.”

ARMANC Û DAXWAZÊN BARAN

Baranî di dawiya axaftina xwe de bi van gotinan qala armanc û dawazên xwe kir: “Daxwaza min ew e ku ez çi qasî  mezin bibim jî ez xwe di hunera şanogeriyê de gelekî pêş bixim. Ez dixwazim ku di pêşerojê de şagirtên min çêbibin û ez wan fêr bikim ku tim li ser dika heqîqetê bi cesaret rastiya jiyan û civaka xwe parve bikin.”