TJK-E’yê dewleta Belçîka şermezar kir: Divê gelê me demildest bikeve nav liv û tevgerê

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) êrîşa dewleta Belçîkayê ya li dijî televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber TV’ê şermezar kir.

TJK-E’yê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em vê êrîşa dewleta Belçîkayê ya li dijî televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber TV’ê ku dengê gelê Kurd in, bi tundî şermezar dikin. Dewleta Belçîkayê divê demildest dest ji vê nêzîkatiya antî-demokratîk berde, hurmetê nîşanî azadiya gelê Kurd bide.”

Di daxuyaniyê de ev bang jî hate kirin:

“Di serî de jin divê gelê me xwedî li deng û îradeya xwe derbikeve û bikeve nava liv û tevgerê. Divê em xwedî li televîzyonên xwe derkevin û seferber bibin. Em xwedî li deng û îradeya xwe derbikevin.”