Belgefîlma 'Dargeçît' wê beşdarî pêşbirka Mihrîcana Fîlman a Stenbolê bibe

Belgefîlma "Dargeçît" ku li ser Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê ye, dê di 43'yemîn Mihrîcana Fîlman a Stenbolê de têkeve pêşbirkê.

BELGEFÎLMA DARGEÇÎT

Belgefîlma bi navê "Dargeçît" ku derhêneriya wê Berke Baş e û hilberîneriya wê Enis Kostepen kiriye, ji bo pêşbirka 43’yemîn a Mihrîcana Fîlman a Stenbolê ya Belgefîlmên Neteweyî ku îsal ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) ve tê lidarxistin, hat hilbijartin. Belgefîlm dê bibe yek ji 10 belgefîlmên xwecihî yên îsal dê beşdarî festîvalê bibin. Belgefîlm di navbera salên 2018 û 2022'an de li ser mijara pêvajoya darazê ya Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê ku di encama têkoşîna bi salan a xizmên 7 kesên li Kerboran hatin windakirin, parêzerê wan Erdal Kuzu û Komeleya Mafên Mirovan a Mêrdîne hatibû vekirin, hatiye kişandin.

Belgefîlma Dargeçît balê dikişîne ser 5 salên dawîn ên doza ku di sala 2015'an de dest pê kir, bi armanca ku di dozên binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên di salên 1990'î de hatine kirin de dengê têkoşîna li dijî xetereya dema qedexeyê bilind bike.

Belgefîlm di çarçoveya mihrîcanê de wê 27’ê Nîsanê roja Şemiyê saet di 16.00’an de li Sînemaya Beyogluyê û 28’ê Nîsanê roja Yekşemê saet di 13.30’an de li Sînemaya Kadikoyê bê pêşandan.