Li Dusseldorfê gelek belgefîlmên Kurdî hatin nîşandan
Di 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê de gelek belgefîlm hatin pêşandan. Belgefîlmên ku behsa pirsgirêkên civakî yên li Kurdistanê dikin, bi balkêşî hatin temaşekirin.
Di 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê de gelek belgefîlm hatin pêşandan. Belgefîlmên ku behsa pirsgirêkên civakî yên li Kurdistanê dikin, bi balkêşî hatin temaşekirin.
Di 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê de gelek fîlm û belgefîlm hatin pêşandan. Fîlm û belgefîlmên ku li sînemayên UFA Palast û Metreopol Saal hatin nîşandan li Dûsseldorfê atmosfereke cuda afirand.
Nivîskar Sirri Ayhan ku 30 sal in li Dûsseldorfê dijî, nêrînên xwe yên der barê festîvalê de wiha parve kir:
"Ev 30 sal in ez li Dusseldorfê dijîm. Cara yekem e ku li Dusseldorfê festîvaleke bi vî rengî ya girîng a layiqî gelê me tê lidarxistin. Gelê Dusseldorfê bû şahid ku Kurdan çi berhemên gerdûnî derxistine. Em bi meşan hatin naskirin.”
Nivîskar Kakşar Oremar ku 25 sal in li Dûsseldorfê dijî, ev tişt got:
"Fîlmên me yên dirêj û belgefîlmên gelek girîng hatin pêşandan. Temaşevan ne tenê Kurd bûn. Elman, Efrîqî û mirovên ji civakên din ên koçber ên ku dixwestin Kurdên li vî bajarî dijîn nas bikin jî ji bo temaşekirina fîlman hatin. Ez girîngiyeke mezin didim ji bo ku em xwe bi xebatên pir girîng didin nasîn."
6 BELGEFÎM HATIN NÎŞANDAN
Li sînemaya Metropol Saal 6 belgefîlm hatin nîşandan. Belgefîlmên ku tên nîşandan ev in:
Hawazgê Kilamo-Xidir: Derhênerê belgefîlma ku 59 deqîqe ye Hasan Saglam e. Di belgefîlmê de jiyan û çîrokên helbestvanên Dersimê Delîl Xidir û Hidir Akgül tên vegotin.
Ra: Derhênerê belgefîlma 55 deqeyî Devrim Tekinoglu ye. Di belgefîlmê de Elewîtîya Dersîmê derdikeve ser ekrana mezin.
Eren: Di belgefîlma 95 deqeyî de têkoşîna Eren Keskîn a ji bo mafên mirovan tê nîqaşkirin.
Kaf Kaf: Di belgefîlma 63 deqeyî ya ku derhêneriya wê Metîn Dag dike de erdheja Vartoyê ya di sala 1966’an de pêk hat û encamên wê tê nîşandan. Di belgefîlmê de ku wêneyên orîjînal, fîlmên ku li ser vê mijarê hatine kişandin û arşîvên cuda yên televizyonan tên ronîkirin, gelek şahid tiştên ku wê rojê qewimîne tînin ziman.
Bilûra Nişo: Di belgefîlma 60 deqeyî ya ku derhêneriya wê Sedat Kiran dike de çîroka mamosteyekî bilûr ê Amedê tê vegotin.
Rojek: Belgefîlma dawî ya li Metropol Saal hat nîşandan Rojek a ku xelata navneteweyî wergirtibû. Belgefîlma ku 120 deqîqe dom kir û derhêneriya wê Zaynê Akyol kir, bi taybetî ji aliyê temaşevanên Elman ve rastî eleqeyek mezin hat.
Her wiha duh li sînemaya Metropol Saal 8 kurtefîlm hatin pêşandan. Tevahiya kurtefîlmên li pey hev li heman salonê hatin nîşandan 115 deqîqe bû.