Pirtûkçeya 'Karwanek Ji Peyvên Azad' çap bû

Pirtûkçeya bi navê “Karwanek Ji Peyvên Azad” bi armanca bîranîna şehîd Karwan Hewram çap û bilav bû.

PIRTÛKÇEYA KARWANEK JI PEYVÊN AZAD

Şehîd Karwan Hewram ku gerîla, şoreşger û di heman demê de seredîtorê Servîsa Farsî ya ajansa me bû di 14'ê Nîsana 2023'yan ji ber nexweşiyê şehîd bû.

Bi boneya bîranîna şehîd Karwan ku di dilê hemû hevrê û hevxebatên xwe û hemû wan kesên ku wî nas kiribû cihê xwe vekiribû, pirtûkçeyek ya bi navê “Karwanek Ji Peyvên Azad” ku demek bû ji aliyê Komîteya Şehîdan a PKK’ê ve dihat amadekirin hat çapkirin.

Di pirtûkçeyê de ku ji daxuyanî, nivîs, bîranîn û nirxandinên di derbarê jiyan, sekin, têkoşîn, hevaltî, şoreşgertî, milîtantî û kedkariya şehîd Karwan Hewram re cih hatiye dayîn, her wiha di beşa dawî ya pirtûkçeyê de jî albûmeke wêneyên şehîd Karwan hatiye çêkirin.

Hûn dikarin pirtûkçeyê ji vir daxînin:

https://drive.google.com/file/d/1e_xr7IjZzjME1_3tMmA6YkWN0eNXDZaY/view?usp=drive_link