BI DÎMEN

Li Civata Helbestên Kurdî ya Kirmaşanê strana Kurmancî bala beşdaran kişand

Li Civata Helbestên Kurdî ya Kirmaşanê straneke Kurmancî hate xwendin û stranê gelek bala beşdaran kişand.

LI CIVATA HELBETAN STRANA KURMANCÎ BAL KIŞAND

Ew strana ku ji hêla komek hunermendên Riwanserê ve hate pêşkêşkirin, bû cihê kêfxweşiyê ji bo beşdaran.

Di van demên dawîn de li rojhilatê Kurdistanê xwendina stranên Kurmancî zêdetir bûye û gelek kes stranên Kurmancî guhdar dikin û gelek hunermend jî stranên Kurmancî distrên. Ev yek jî nîşaneya zêdebûna têkiliyên di navbera gelê Kurd de ye.