BI DÎMEN

Peyama festîvala Brescia'yê: Azadî ji Abdullah Ocalan re

Li bajarê Brescia yê Îtalyayê, rojek ji festîvala kevneşop a herêmê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate veqetandin. Bi hezaran kesên di çalakiyê de li hev kom bûn peyama 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' dan.

Li bajarê Brescia yê Îtalyayê, rojek ji festîvala kevneşop a herêmê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate veqetandin. Bi hezaran kesên di çalakiyê de li hev kom bûn peyama 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' dan.

Bi armanca 'Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, statu ji Kurdistanê re' ji havîna 2022'an û vir ve li bajarên cuda yên Îtalyayê bi dirûşma 'Dema Hêviyê' rêze çalakî têne lidarxistin. Radio Onda d'Urto li bajarê Brescia yê Îtalyayê 31 sal in bi rengekî kevneşop festîvaleke bi heybet li dar dixe. Rojeke festîvala îsal ji Abdullah Ocalan û Kurdistanê re hate veqetandin. Di çarçoveya festîvalê de Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalyayê, Radio Onda d'Urto û Rete Kurdistan Italia panel û konserek lidar xistin. Bi hezaran kesên ku tevlî festîvalê bûn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG û YPJ'ê hildan. Pankartên bi nivîsa "Kurdistanê biparêze", "Azadî ji Ocalan re" li qadê hatin daliqandin û li standan pirtûkên Abdullah Ocalan ên bi zimanên cuda hatin weşandin, hatin nasandin.

Danê êvarê bi mijara "Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan û şoreşa jinê" panelek hate lidarxistin. Nûnerê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalyayê Yilmaz Orkan û rojnamevan-aktîvîst Zîlan Diyar beşdarî panelê bûn.

ZÎLAN DIYAR: JIN DI NAVENDA ŞOREŞÊ DE NE

Zîlan Diyar destpêkê axivî û li ser Şoreşa Jinê ya Kurdistanê pêşkêşiyek kir. Zîlan Diyar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser Pêngava 15'ê Tebaxê û anî ziman ku berxwedana beriya 40 salan destpê kir îro li çar parçeyên Kurdistanê dewam dike. Zîlan Diyar destnîşan kir ku ji dema destpêkirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û vir ve jinên Kurd di navenda vê şoreşê de ne û ji têkoşînên li çar parçeyên Kurdistanê mînak da.

Zîlan Diyar anî ziman ku weke jinên Kurd ew bi jinên li Fîlîstîn, Afganistanê û hemû jinên cîhanê re ne yên ku zilm û zordarî li wan têne kirin û qala êrişên bi rêk û pêk ên hêzên mêtinger ên li Kurdistanê yên li dijî jinan kir.

Zîlan Diyar êrişên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê jî bi bîr xist û qala qirkirina DAÎŞ'ê ya li Şengalê kir, ku hîn jî bi hezaran jinên Êzidî winda ne û dîlgirtî ne.

Zîlan Diyar destnîşan kir ku li gel êrişên hêzên mêtinger jî têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd dewam dike û got, "Jinan sîstema xwe ya konfederal ava kirin. Li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera ku Kurd lê ne bi sedan meclîsên jinan, sazî û hêza xweparastinê ava kirin. Di cewhera vê sîstema konefederal de meclîs, akademî û kooperatîf hene. Garantiya vê sîstema ku xweparastin û mejiyê civakî ava dike, sîstema hevserokatiyê ye. Û temsîliyat wekhev a jinê ya li nava siyasetê ye. Nepêkane ku bi êrişan me jinan bêbawerî bikin."

Zîlan diyar di dawiya pêşkêşiya xwe de qala rola jinan a li Rojava û çiyayên Kurdistanê kir.

YILMAZ ORKAN: DI NAVA PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN DE ÇARESERÎ HEYE

Nûnerê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalyayê Yilmaz Orkan jî li ser paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan pêşkêşiyek kir. Orkan anî ziman ku li gel şerê li dijî gelê Kurd ev paradîgma di serî de li Rojava li hemû deverên ku Tevgera Azadiyê ya Kurd lê bi rêxistin e, ketiye meriyetê.

Orkan diyar kir ku paradîgmaya azadîparêziya jinê û demokratîk a Abdullah Ocalan her roj hîn bêhtir ji aliyê gelên cîhanê ve tê fêhmkirin û got, paradîgmaya konfederalîzma demokratîk çareseriyê pêşkêşêı krîzên li cîhanê dike.

Di dewama axaftina xwe de Orkan bi bîr xist ku li dijî tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan kampanya azadiyê ya ji bo Abdullah Ocalan û çareserî ji bo pirsgirêka Kurd tê meşandin û got, "Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û misogerkirina azadiya Rêber Apo pêwîstiya me hîn bêhtir bi piştevaniyê heye."

BI BEŞDARIYA BI HEZARAN KESÎ KONSERA 'AZADÎ JI ABDULLAH OCALAN RE'

Piştî panelê hunermendên Îtalyayî Kaos One, DJ Craim, Claver Gold û La G konserek lidar xistin.

Ji nûnerên Radio Onda d'Urto Michele Borra û Nûnerê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalyayê Yilmaz Orkan li qada konserê ji gel re axivîn, bal kişandin ser girîngiya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî ya li Îmraliyê.

Di dema konserê de ciwanên Îtalyayî çend beş ji pirtûkên Abdullah Ocalan xwendin.