FESTIVALA FÎLMAN A DUSSELDORFÊ
Rojnamevan Aysel Avesta axaftina vekirinê ya panelê kir. Avesta spasiya organîzatorên ku Festîvala Fîlman diyarî civaka Êzidî kirine kir û cejna Çarşema Serê Nîsana borî pîroz kir. Avesta di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Her tim tê gotin ku Êzidiyan 74 Ferman jiyane. Lêkolînên me nîşan didin ku hejmara fermanan 100 e. Yanî sed caran civaka me qetil kirin. Sed caran cihê jiyana wan talan kirin. Sed car jiyana wan serûbin bû û “ji ber fermanan bi hezaran kes mecbûr man ku dînê xwe biguherînin”.
"CIVAKA ME BI FERMÎ NAYÊ NASKIRIN"
Aysel Avesta diyar kir ku îro civaka Êzidî li Kurdistan, Kafkasya û Ewropayê dijîn û got, “Dewletên Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê mafên etnîkî û olî yên Êzidiyan nas nakin. Hinekan ji wan li ser nasnameyên wan tîpa X danîn û wiha domand: “Li gel hemû ferman û koçberkirinan jî civaka Êzidî baweriya xwe parast. Di nav me de gotinek heye: Me serê xwe da, lê me sira xwe neda."
Aysel Avesta bi bîr xist ku baweriya Êzidiyan oleke kevnar a gelê Kurd e û herî dawî di 3’yê Tebaxa 2014'an de li hemberî vê ola qedîm komkujî pêk hat û wiha domand: "DAIŞ'ê komkujî pêk anî. Lê em vê yekê dizanin. Rêveberê DAIŞ’ê dewleta Tirkiyeyê ye. Mixabin PDK'ê jî alîkariya DAIŞ'ê kir. Di vê qirkirinê de Şengal wêran bû, gelê me hatin qetilkirin. Ya ku herî zêde me êşand ev bû: Jinên Êzidî hatin revandin. li bazaran li ber çavên hemû cîhanê hatin firotin."
SPAS JI BO XWENDEKARÊN ABDULLAH OCALAN
Aysel Avesta got, "Eger îro festîvalên bi vî rengî tên lidarxistin û ji bo civaka Êzidî tên lidarxistin, ev bi saya şervanên HPG, YJA-Star, YPG û YPJ'ê ye. Wan pêşiya komkujiyê girtin. Heke îro civaka Pzidî qala hebûna xwe dike deyndarê van şervanan e. Xwendekarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşiya qirkirinê girtin. Ji ber vê em deyndarê wan in.”
Aysel Avesta serpêhatiya xwe bi temaşevanan re parve kir: "Di dema qirkirinê de me jinên Êzidî yên bêçare û digiriyan dîtin. Lê ez çûm Şengalê û min ev yek dît. Civaka Êzidî bi saya xwendekarên Ocalan axa xwe rizgar kir. Piştre jî axa xwe rizgar kirin. Dawiyê artêşa xwe ava kir. Di aliyê leşkerî û siyasî de xwe bi rêxistin kir. Êdî civakeke ku digirî û bêhêvî nîne. Civaka Êzidî ji bo parastina xwe û Şengalê YBŞ û YJŞ ava kir û israra xwe ya li ser vê baweriyê dubare kir."
JI BO STATUYÊ BANG LI 13 WELATAN KIR
Aysel Avesta bi bîr xist ku 13 welatên Ewropayê Qirkirina Şengalê ya sala 2014'an weke qirkirin qebûl kirin û wiha got: "Yek ji welatên ku 3’yê Tebaxê weke qirkirinê qebûl kir Elmanya ye. Ji ber hesasiyeta wan em spasiya van 13 welatan dikin. Ez bi bîr tînim: Şengal dix”waze xweser be. Hê jî statûya xweseriya Şengalê nehatiye qebûlkirin. Hê jî parastina Şengalî ji aliyê Iraq û Federasyona Kurdistanê ve nehatiye qebûlkirin. Qirker hêj nehatine darizandin. Statû û parastina Şengalê ji bo pêşeroja civaka Êzidî gelekî girîng e."