BI DÎMEN

Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 1'emîn di 25'ê Nîsanê de destpê dike

Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya Yekemîn di 25'ê Nîsanê de destpê dike. Di festîvalê de ku wê heta 28'ê Nîsanê dewam bike, zêdeyî 30 fîlm û dokûmanter wê bêne nîşandan.

FESTÎVALA FÎLMAN A KURD

Festîvala Fîlmên Kurd a Yekemîn a Dusseldorfê (DKFF) 25'ê Nîsanê destpê dike. Festîval ji aliyê Art Records ve tê lidarxistin û wê heta 28'ê Nîsanê dewam bike. Di festîvalê de wê zêdeyî 30 fîlmên demkurt û demdirêj, dokûmander li du sînemayên cuda (ÛFA Palast û Metropol) bêne nîşandan.

Di daxuyaniya tîma sînemayê Art Records de hate gotin, "Ev yek festîvala me ya destpêkê ye. Em giraniyê didin ser Şengalê û civaka Êzidî ya li Kurdistanê û dîasporayê. Di bernameya fîlman de em balê dikişînin ser baweriya Êzidiyan, fermanên bi serê Êzidiyan de hatiye."

Festîval dixwaze di çarçoveyeke dîrokî, polîtîk, olîs, civakî û çandî li xelkê Êzidî temaşe bike. Di festîvalê de tevî nîşandana gelek fîlman wê pêşangeheke wêneyan a li ser Komkujiya li Şengalê jî hebe. Festîvala Fîlmên Kurd a 1'emîn a li Dusseldorfê tê payin ku bi beşdariyeke girseyî destpê bike.

Yek ji armancên din ên Festîvala Fîlmên Kurd ew e ku hunera sînema Kurd bigihîne temaşevanên sînemayê yên Ewropî. Festîval ji 4 beşan pêk tê û wê zêdeyî 30 fîlm bêne nîşandan. Di merasîma destpêkê ya fîlm de wê fîlmê 'Rojbaş' ê derhêner Ozkan Kuçuk bê nîşandan.

Fîlmên din ên di Festîvala Fîlman a Kurd a 1'emîn a Dusseldorfê de bêne nîşandan bi vî rengî ne:

NAMEYÊN JI ŞENGALÊ

Fîlmê ku Dersim Zerevan derhênerî jê re kiriye qala rizgarkirina Şengalê û nameyên pênc berxwedêrên ji welatên cuda li dijî DAÎŞ'ê şer dike, kiriye.

HÊZA

Dokûmantera 'Hêza' ku Derya Denîz derhênerî jê re kiriye li bajarên Şengal, Reqa û bajarên din ên Rojava hate amadekirin. Di fîlm de jiyana Hêza tê vegotin ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate revandin, piştre ji çeteyan rizgar bû û tevlî têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê bû.

KEÇÊN ROJÊ

Di dokûmantera ku Rêber Dosky derhênerî jê re kir, qala komek ji jin û zarokên Êzidî tê kirin ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve weke kole hatin girtin û piştre jiyana xwe ji nû ve ava kirin.

MELAÎKETÊN ŞENGALÊ (Angels Of Sînjar)

Di fîlmê 'Melaîketên Şengalê' de ku Hanna Polak derhênerî jê re kir, qala çîroka Hanîfe ya Êzidî tê kirin ku ji bo rizgarkirina xwişkên xwe ji DAÎŞ'ê her tiştî dike.

THE RETÛRN: LÎFE ASTER ÎSÎS

Di dokûmantera derhên Alba Sotorra de qala ciwanên bi navê Shamîma Begûm û Hoda Mûthana tê kirin ku ji Îngilistan û Emerîkayê tevlî DAÎŞ'ê dibin. Niha dixwazin li welatê xwe vegerin, lê destûr nayê dayin.

EVÎN DI RÛYÊ QIRKIRINÊ DE

Dokûmantera 'Evîn di rûyê qirkirinê de' ya li ser dengbêjiya Kurdên Êzidî bi derhêneriya Şêro Hindê hate amadekirin û Mehmûd Berazî jî muzîkên wê çêkir. Dokûmanter dengbêjiya Şengalê bi rêbazên cuda nîşan dide.

EZ EDALETÊ DIXWAZIM

Dokûmantera 'Ez edaletê dixwazim' a Nûray Şahîn qala çîroka jineke ciwan dike ku li hemberî hovîtiya terorê helwesteke şênber nîşan dide.

REV

Fîlmê kurt ê Rev ku senaryo û derhêneriya wê ji aliyê Denîz Deman ve hatiye kirin, qala reva jineke Êzidî ya ji hovîtiya DAÎŞ'ê dike.

Fîlm û dokûmanterên din ên di festîvalê de bêne nîşandan bi vî rengî ne:

* Cîran: Mano Xelil 

* Sieger Sein: Soleen Youssef 

* Berbû: Sevinaz Evdikê 

* Bihar: Cemile Şahin 

* Gava Sitil Mezin Diben: Rêger Azad Kaya 

* Ra: Devrim Tekinoğlu 

* Hawagê Kilamo - Xidir: Hasan Sağlam

* Kaf Kaf: Metin Dağ 

* The Taste Of Water: Ebrahîm Saeedî 

* Rojek: Zaynê Akyol 

* Bilûra Nişo: Sedat Kıran 

* Eren: Maria Binder 

* Jinwar: Nadya Derwiş

* GotûbêJin: Nimet Gatar 

Fîlmên kurt:

* Sêv: Mehmet Acaruk 

* Knokoushten ba Shewazi Nietdshe: Payam Kurdistani 

* Distan: Abdurrahim Karabulu-Mahsun Celayir 

* Çerx: Metin Ewe 

* Jiyan: Akbar Shahbazi 

* Navnîşan: Aram Dildar 

* Rewşen: Musab Tekin 

* Batırsok: Firat Erez 

* Sterka Li Ser Xetê: Berivan Saruhan 

* Russian Vodka: Seyed Payam Hosseini 

* Xewn: Gulê Welat 

* Aforoz: Yılmaz Özdil 

* Firmeskên Ava Zê: Halil Dağ 

Di festîvalê de jûriya serbixwe ya ji 3 kesan wê 4 xelatên cuda bide fîlmên kurt ên bêne hilbijartin.

Têkildarî bernameya festîvalê ji vê navnîşana înternetê sûd dikare bê wergirtin: www.dkff.de