Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ya 31'emîn di 12'ê Cotmehê de li Berlînê ye

Ji bo Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku îsal wê ya 31'emîn di 12'ê Cotmehê de bê lidarxistin, amadekariyan li Berlînê destpê kir.

Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku ji sala 1993'an û vir ve her sal bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, îsal bi pêşengiya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Jin ên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) ve pêk tê.

Komîteya amadekar daxuyaniyek weşand û ji bo tevlîbûna li pêşbirkê bang kir.

Di daxuyaniya komîteya amadekar de hate gotin, "Em kêfxweş in ku bang li we dikin ji bo beşdarî Pêşbirka Wêjeyê ya Huseyîn Çelebî ya 31'emîn bibin ku wê di 12'ê Cotmeha 2024'an de li Berlînê bê lidarxistin. Sih sal in em hurmeta xwe nîşanî mîrateya Huseyîn Çelebî didin ku yek ji damezrînerên rêxistiniya xwendekarên Kurd a li Ewropayê ye, yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd a li Elmanyayê ye. Biryardariya wî bû pêşeng ji karên çandî û siyasî yên gelek nifşên dîaspora Kurd. Ev çalakiya wêjeyê jî bi tevkariya we ve tê lidarxistin. Hûn dikarin helbest, çîrokên xwe bi zimanên Elmanî, bi Kurdî bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî (Zazakî) yan jî bi Tirkî binivîsînin.

Berhema we li malê, dibistanê, zanîngehê, yan jî li girtîgehên li Elmanya yan jî Kurdistanê dikare bê nivîsandin. Berhema xwe heta 5'ê Tebaxê bi rêya e-maîlê bişînin vê navnîşanê.

[email protected]

Yan jî berhema xwe bişînin vê navnîşanê:

Ferat Koçak
Schierker Straße 26, 12051 Berlin"